Kose: Bêtevdîrî û bêewlekarî bû sedema mirina karkerên çandiniyê

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Şaziye Kose diyar kir ku berpirsyarê 'qeza' ya li Konyayê, ku karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan, kedxwar in.

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose têkildarî 'qeza'ya li Konyayê ku karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek weşand.

Kose bi bîr xist ku kedxwarî herî zêde li sektora çandiniyê dibe û got, "Her sal bi dehan karkerên çandiniyê ji bo pariyek nan di rê de jiyana xwe ji dest didin. Karkerên çandiniyê yên li Konyayê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan, eger tevdîr neyên wergirtin wê ne qurbaniyên destpêkê ne jî yên dawî bin. Her sal bi sed hezaran karkerên çandiniyê ji ber pirsgirêka debarê neçar dimînin ji herêmên cuda yên welêt koç bikin. Dûrî jiyana civakî, ku nikare sûdê ji xizmetên tenduristiyê werbigirin, di nava şert û mercên gelekî giran de neçar dimînin bixebitin."

Kose got, "Ji mirina karkerên çandiniyê, rayedar berpirsyar in" û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.