Koronavîrûs: Li Fransayê 5 Kurdan jiyana xwe ji dest dan

Li Parîs paytexta Fransayê welatparêzê Kurd Huseyîn Akdogan, ji ber ketina şewba koronavîrûsê jiyana xwe ji dest da. Li Fransayê hejmara Kurdên ji ber korovavîrûsê jiyana xwe ji dest dayin gehişte 5 kesan.

Civaka Demokratîka Kurd a Fransayê (CDK-F), bi daxuyaniyeke nivîskî mirina Akdogan ragihand.

CDK-F’yê bal kişand Huseyîn Akdogan, di nava tekoşîna azadiya Kurd de yek ji welatparên herî kevin bû, li banliyoya Vîllîers-el-Bel a herêma Parîsê jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “ Akdogan ê salên dirêje li Vîllîers-le-Bel ê jiyan dike, bi eslê xwe ji navçeya Kerboran a Mêrdînê ye, ji ber bi nexweşiya koronavîrûsê ket ku ji 12’ê Adarê ve li nexweşxaneya Parîsê di beşa lezgîn de bû, îro jiyana xwe ji dest da.”