Konvoya dagirkeran êriş bir ser şêniyên Kobanê

Ji konvoya dewriyeya hevpar a leşkerên Tirk û Rûs fîşek li şêniyên Kobanê hate barandin ku dihatin şermezarkirin. Li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û polîsên leşkerî yên Rûs sibeha Sêşemê ji gundê Maris Mîle ber bi rojhilatê Kobanê ve dest bi tûrên dewriyeya hevpar kirin. Şêniyên Kobanê yên naxwazin dagirkerên Tirk li xaka xwe bibînin kevir li wesayitên zirxî yên dagirkeran barandin.

Ji dewriyeya leşkerî fîşek li şêniyan hatin barandin. Tê gotin ku ji şêniyên herêmê kuştî û birîndar hene. Agahiyên berfireh hîn bi dest neketin.

Di 11'ê Mijdarê Duşemê de jî kevir li dagirkeran hatibû barandin. Li rojavayê Dirbêsiyê konvoya leşkerî ya her du hêzan bû sedema nerazîbûna gel. Şêniyên herêmê li her devera ku konvoy dîtin kevir li wan barandin.

Di 8'ê Mijdarê de dema ku dewriyeya hevpar a Tirk-Rûs li Girkê Legê û Dêrikê yên Kantona Qamişloyê pêk dihat, şêniyên herêmê li ber rabû bûn. Di dema nerazîbûna gel de hêzên Tirk ên dagirker Serxwebûn Elî yê sivîl qetil kiribûn. Her wiha 5 sivîl jî birîndar kiribûn.

Di 5'ê Mijdarê de dewriyeya hevpar a ji 7 wesayitên leşkerî yên Rûs û 7 wesayitên leşkerî yên Tirk pêk dihat, li gundên Kobanê jî bû hedefa kevirên şêniyên herêmê.