Konseya Ewropayê: Divê Yuksekdag û Demîrtaş werin berdan

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê xwest bila siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş û Fîfen Yuksekdag werin berdan.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo darizandina Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê ku niha girtî ne, Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de biryara “binpêkirinê” dabû. Tevî biryara DMME’yê jî heta niha Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî Yuksekdag û Demîrtaş tu biryar nedane. Komîteya Wezîran a Ewropayê jî bertek nîşanî nedayîna biryarê da û xwest ku Yuksekdag û Demîrtaş werin berdan. 

Parêzerê Demîrtaş, Mahsûnî Karaman têkildarî biryara komîteyê li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek par ve kir. Karaman da zanîn ku heke Demîrtaş û Yuksekdag heta rûniştina meha Îlonê neyên berdan, wê komîte gavên cuda binirxîne.