Konseya Ewropayê: Demirtaş berdin

Komîteya Wezîran a Ewropayê xwest ku Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş were berdan û heta 30'ê Îlonê wext da hikûmeta Tirk.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku kontrol kirî bê ka biryara li ser berdanê ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) htiye bicihanîn an na, têkilî Demirtaş û Kavala biryara xwe da.

Komîteya Wezîran a KE'yê xwest ku Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş were berdan û biryara mehkûmbûnê were xirakirin.

Komîteyê ragihand cezayê 4 sal û 8 mehan a bi îdîaya propangandayê bi wê armancê bûye ku ,''li girtîgehê bihêlin û nehêlin tevlî hilbijartinan bibe.''

Komîteyê xwest ''encamên pêkirinê yên neçê'' yên ji ber daxuyaniyên Demişrtaş ên têkilî yasadanînê û derbirîna azadiyê ji holê were rakirin, ji bo Demîrtaş li gel ku demeke dîti newestiye jî, ji bo ku plana çalakiyê nedaye heta 30'ê Îlonê wext da Tirkiyê.

Komîteyê li ser biryara Daîreya Mezin a DMME'yê ji bo ku plana çalakiyê bide heta 22'yê Hezîranê wext dabû hikûmeta Tirk.

Komîteyê têkilî Osman Kavala jî xwest ku were berdan.