Kongreya PYD’ê: Polîtîkayên qedexeker ên Elmanyayê xizmeta DAIŞ’ê dike

Kongreya 9’an a rêxistina PYD Elmanya, li Holandayê bi gotûbêjan ve dewam dike. Di rapora xebatan a kongreyê de hate xwendin, Elmanya bi zimanekî tund hate şermezarkirin.

Di raporê de nerazîbûn nîşanî qedexeyên Elmanya ya li ser sembolên PYD, YPG û YPJ’ê hate dayîn û wiha hate gotin: “Elmanya bi van qedexe û êrîşan ve xizmeta DAIŞ’ê dike.”

Kongreya 9’emîn a Pariya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi gotûbêjan ve dewam dike. Kongreya ku têde nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî yên li Ewropa û Rojhilata Navîn axîn destpê kir, di rûniştina piştî nîvroyê di gotûbêjên hatin kirin de ji bo dema nû pêşniyar hatin kirin.

Piştî hilbijartina dîwanê û şûnde bi xwendina raporên xebatê yên salane yên PYD, rêxistinên jinan û ciwanan ve dewam kir. Di rapora PYD’ê de bal hate kişandina ser bingehên jiyanê ya li ser esasê demokratîk û azadiyê û ev tişt hate gotin: “Tevî ku bi salan e li Ewropa xebtan bi rêve dibin, hê jî negihiştine asta ku em dixwazin. Ev jî bê şik û gûmanên ku plansazî û hedefên ku me danî pêşiya xwe ku nehatî kirine.”

 ‘EM VAN ÊRÎŞÊN ELMANYA QEBÛL NAKIN’

Di rapora Rêxistina PYD Ewropayê de, polîtîkayên Elmanya ya li dijî Kurdan bi tundî hate şermezarkirin û nerazîbûn nîşanî qedexeyên li dijî sembolên Kurdan hate nîşandan. Di dewama raporê de têkildarî van qedexeyan ev tişt hate gotin: “Li Ewropa li dijî xebatên me êrîş hene. Bi taybet li Elmanya qedexeya li ser sembolên me, ev îfadeya herî zela a êrîşan in. Ji ber ku rola Ewropa bi polîtîkayên li Rojhilta Navîn diyarker in. Em li Rojava û Sûriye bi rêxistinên terorê yên mîna DAIŞ’ê re têkoşînê dikin. Hemû cîhan bi me re di nava piştgiriyê de ye. Lê Elmanya sembolên PYD, YPG û YPJ’ê qedexe dike. Ev polîtîka xizmeta çeteyên DAIŞ’ê dike. Em van êrîşan qebûl nakin. Divê Elmanya bi lezgîn dev ji van êrîşên xwe berde û li dijî DAIŞ’ê piştgiriyê bide têkoşîna me.”