Kongreya HDP'ê: Bi deh hezaran kes li Enqereyê li hev civiyan

Bi deh hezaran kesên ji gelek bajaran bi rê ketin, ji bo tevlî Kongreya Mezin a Asayî ya 5'emîn a HDP'ê bibin li Enqereyê gihîştin hev.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kongreya xwe ya mezin a asayî ya 5'emîn lidar dixe.

Ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, her wiha ji Îzmîr, Edîrne û Stenbolê bi deh hezaran kes ber bi Enqereyê ve bi rê ketin ji bo tevlî kongreyê bibin.

Li pêşiya Salona Sporê ya Arena ku kongre wê lê pêk were govend tê gerandin. Ji aliyê Parka Ciwanan ve saet di 08:30'î de bi hezaran kes bi qîrîna dirûşman û alên HDP'ê ketin hundirê salonê.

Girseya gel dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "HDP gel e gel li vir e" qîriya.

Gelek jinan şaxê zeytûnê hildan ku nîşaneya aştiyê ye.

Girseya gel li dijî zextên li ser HDP'ê peyama têkoşînê da û bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" daxwaza azadiya girtiyan kir.

Di kongreyê de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm hatin qîrîn û jin bi kincên xwe yên gelêrî tevlî bûn.

Li nava salonê serê sibehê govend hate gerandin û dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn.

Hîn jî girseya gel dikevin salonê.