Kongreya Gel a Mezopotamyayê Newroz pîroz kir

Kongreya Gel a Mezopotamyayê Newroz pîroz kir û peyama piştgiriyê da.

Desteya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî da û Newroz pîroz kir.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser dagirkeriya li Efrînê û berxwedana bi heybet a li dijî dagirkeriyê û DYA û Rûsya bi tundî hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê neyê jibîrkirin, gelê Kurd bi berxwedana xwe ya li çar aliyê cîhanê, her bajar kiriye Efrîn. Heta ku ev berxwedana lehengî ya gel bidome, wê di dawiya dawî de bi ser bikeve.

Weke Kongreya Gel a Mezopotamyayê mîna her demê ji niha û pê ve jî em ê piştevaniya gelê Kurd bikin."