KONGRA-GEL ji bo tevlêbûna meşa li Parîsê bang kir

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera nehemîn a qetlîama Parîsê daxuyanî da û ji bo tevlêbûna meşa roja Şemiyê bang kir.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera nehemîn a qetlîama Parîsê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya KONGRA-GEL de ev tişt hate diyarkirin:

“Em sê hevalên xwe yên jin ên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin bi rêz û hurmeteke mezin bi bîr tînin. Em careke din dewleta Tirk a faşîst nalet dikin û diyar dikin em ê hesabê vê qetlîamê bipirsin.

Gelê me, dostên me û li gelek derên dinyayê rêxistinên jinan ji bo ku hesap ji kujeran were pirsîn û edalet pêk were 9 sal in têkoşîneke mezin dimeşînin.

Edaleta li Fransayê ji dêvila ku rastiyan derxe holê û malbat di serî de divê wijdanê gelê me û raya giştî aram bike, dixwaze ser dosyeyê bigire.

Her kes kujeran nas dikin û navnîşana wan dizane. Ji xeynî belge û agahiyên di dosyeya dozê de serokê berê Daîreya Îstîxbaratê ya Artêşa Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn di bernamayeke televîzyonê de diyar kiribû qetlîama Parîsê ji aliyê MÎT’ê hatiye kirin û heke hewce bike divê ji bo kesên din jî were kirin.

Ronîkirina qetlîama li Parîsê, eşkerekirina rastiyan û pêkanîna edaletê berpirsyariya dewleta Fransayê ye.

Bi saya tolerans û piştgiriya NATO’yê ya ku Fransa jî di nav de ye û ya welatên Ewropayê dewleta Tirk bêyî ku xwe vekişîne bi eşkeretî Kurdan qetil dike. Ji ber vê jî Fransa dixwaze ser dosyeya qetlîama Parîsê bigire.

Dewleta Tirk a faşîst ji ber polîtîkayên qirkirina gelê Kurd a niha di nav krîzeke mezin de ye û ber bi hilweşandinê ve diçe. Tu tişt wê nikaribe hilweşandina faşîzma  AKP û MHP’ê bide sekinandin.  Di vê pêvajoyê de Fransa jî di serî de welatên ku rola wan di pirsgirêka doza Kurdan de hene, divê polîtîkaya xwe biguherînin  û ev tiştekî exlaqî û wijdanî ye.

Heta ku edalet pêk were, Tevgera Jinên Kurd di serî de, gelê me û dostên me, wê dev ji têkoşîna edaletê ya sê jinên şoreşger bernedin. Tekane bersiva li hemberî qetlîam û qirkirinan ev e ku divê rejîma dewleta Tirk were hilweşandin. 

Di vê pêvajoyê de her qada ku gelê me lê heye, tevlêbûna xurt gelekî girîng e. Bi pêşengiya TJK-E di 8’ê Çileyê de ji bo protestokirina hikumeta faşîst AKP û MHP a ku hevalên me Sara, Rojbîn û Ronahî qetil kiribûn û ji bo ku Fransa edaletê pêk bîne, divê her kes were Parîsê.

Ji bo ku em bibin dengê şehîd û gelê xwe, di 8’ê Çileyê roja Şemiyê em li Parîsê bin.”