KON-MED'ê bang kir ku tevlî çalakiya dijî dagirkeriya Tirk bibin

KON-MED'ê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û bang kir ku her kes tevlî çalakiya li Berlînê ya 28'ê Tîrmehê bibe.

KON-MED'ê êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û destnîşan kir ku di êrîşan de çekên kimyewî têne bikaranîn.

 Bi berdewamî her wiha hate gotin artêşa Tirk a dagirker gund û erdên çandiniyê dike hedef û heta niha gelek sivîl bi êrîşên Tirk hatine kuştin.

KON-MED'ê di daxuyaniyê de bang li dewletên endamên NATO'yê kir û got, ''Em bang dikin ku demildest li dijî terora dewleta Tirk bibin xwedî helwest.''

KON-MED'ê bang li gelê Kurdistanê, dostên Kurd kir ku bi pêşengiya Federasyona Fed-Kurdê 'bi rihê seferberiyê' tevlî çalakiya 28'ê Tîrmehê ya li Berlînê bibin, ku çalakî saet 11:00'an li ber Sefaretxaneya Emerîkayê wê were kirin.