Komîteya Zindanê ya PKK û PAJK’ê derbarê 14’ê Tîrmehê daxuyanî da

Komîteya Zindanê ya PKK û PAJK’ê: Di giyanê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê de cihê bêhêvîtiyê tune. Di giyanê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê de cih ji bêderfiyan re tune.

Derbarê salvegera 37’emîn a berxwedana Rojiya Mirinê ya di 14’ê Tîrmehê de Komîteya Zindanê ya PKK û PAJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di sala 37’emîn a Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de di şexsê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de em şehîdên şoreşê yên Kurdistanê bi bîr tînin û soza tacîdarkirina armanca wan dubare dikin.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan îro ji her demê zêdetir nêzî serfiraziyê ye û di vê pêvajoyê de xetereyên mezin jî hene. Tişta ku wê berê me bide serfiraziyê jî giyanê 14’ê Tîrmehê ye. Di wê pêvajoyê de ya ku tu derfet tune û hemû kêlîka jiyanê bûbû êşkence, giyanê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê faşîzma 12’ê Îlonê parçe kiribû. Wê faşîzma AKP û MHP’ê jî parçe bike. Pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ ya ku 6 mehan domiya, nûbûna giyanê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ye.

Di giyanê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê de cih ji bêhêvîtiyê tune. Di giyanê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê de cih ji bêderfiyan re tune. Di wê demê de ya ku derfet gelekî kêm bûn, îradeya mirovên azad li hemberî derfetan bi ser ket. Giyanê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê  lûtkeya girêdayîbûna Rêber Apo û şehîdên me yên qehreman e. Ji ber vê jî ji aliyê gelê me û tevgera me 14’ê Tîrmehê ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ hatiye îlankirin.

Ji bo jiyaneke bi rûmet ji her demê zêdetir pêdivî pê heye ku em bi vî giyanî berxwedanê geş bikin. Parçekirina faşîzma AKP û MHP’ê, avakirina Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk li hemberî Rêbertî û şehîdên me yên qehreman wê deynê stûyê me be. Me bi giyanê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê dest pê kir û wê bi vî giyanî serkeftin a me û gelên me be.”