Komîteya Zindanan: Pêngava me derbasî qonaxeke nû bû

Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê diyar kir, greva birçîbûnê bi ser ketiye û ragihand, "Wezîfeya me ya ji niha û pê ve ew e ku li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê têkoşînê bi ser bixînin. Pêngava me ya berxwedanê bi dawî nebûye, derbasî qonaxeke nû bûye."

Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê li ser grevên birçîbûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, Berxwqedana Rojiya Mirinê û Grevên Birçîbûnê yên Mezin, bi banga Rêber Apo 26'ê Gulanê bi rengekî serketî bi dawî bûye.

Di daxuyaniyê de canbexşên pêngavê Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Siraç Yuksek, Mahsûm Pamay, Umît Acar û Ûgûr Şakar bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn û soza serxistina têkoşîna wan hate dubarekirin.

Komîteyê berxwedêrên pêngavê hemû ji dil pîroz kir û destnîşan kir, sekna fedayî û berxwedanê gelê Kurd û gelên herêmê bi ser xistiye, lewma berxwedana hatiye meşandin berxwedaneke dîrokî ye û di dîroka Têkoşîna Azadiyê de xwedî cihekî girîng e.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, çawa ku Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê faşîzma 12'ê Îlonê têk bir, vê berxwedanê jî tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê gihand ber hilweşînê.

Komîteyê diyar kir, ku qada zindanê ji bo têkoşîna azadiyê her tim bûye çepereke mezin a berxwedanê û destnîşan kir, "Qada zindanê bi rengekî bi heybet nîşan da ku bi pêşengiya berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo li ser xeta fedayî ye."

Di daxuyaniyê de gelê Kurd û dostên ku di nava 6 mehan de tevlî pêngava berxwedanê bûn hatin silavkirin û bi taybetî dayikên girtiyan ên bi laçikên spî bi rêzdarî hatin silavkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Berxwedana Rojiya Mirinê û Grevên Birçîbûnê bi banga Rêber Apo û bi paşdegavavêtina faşîzmê bi dawî bû. Em zanin ku wezîfeya me ya ji niha û pê ve ew e ku têkoşîna xwe ya li dijî sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê û têkoşîna li dijî faşîzmê bi ser bixînin. Lewma pêngava me ya berxwedanê bi dawî nebûye. Pêngava me ya berxwedanê derbasî qonaxeke nû bûye. Pêvajo ew pêvajo ye ku dawî li şert û mercên esareta Rêber Apo were anîn, li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Em pê piştrast in ku gelê me û dostên me wê bi vê hişmendiyê l her qadê têkoşînê xurt bikin û pêngava berxwedanê ya li dijî faşîzmê bi ser bixînin."