Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê, Roja Zimanê Dayikê pîroz kir

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê: Em qirkirina çand, ziman û qewmî careke din mehkûm dikin û dibêjin, têkoşîna me ya li dijî van kiryaran wê bi mirovahiya pêşverû re heta serketinê bidome.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir.

Daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê wiha ye: "21'ê Sibatê 'Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê' ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke roja têkoşîna li hemberî mêtîngeriyê hatiye ragihandin. Rêxistina Çand, Perwerde û Zanistê ya Netewên Yekbûyî UNESCO'yê jî di sala 1999'an de ev roj weke roja zimanê dayikê yê navnetewî diyar kiriye. Pir zimanî jî weke hiş, mîras û dewlemendiya hevbeş a mirovahiyê ragihandiye.

Zimanê ku kom di hemû têkilî û çalakiyên xwe de bikar tînin, pê diaxivin û ji hev fêm dikin, zimanê dayikê yê wê komê ye. Bi pênaseyeke hîn berfirehtir jî, ew zimanê ku bêyî miroveke rastê perwerdeyekê bê, bi alîkariya dê-bav, derdor û civaka ku di nav de mezin dibe re fêr dibe weke zimanê dayîkê tê pênasekirin.

Mêtîngerî tenê bi talankirina çavkaniyên binerd û sererd ên welat û gelên ku mêtîngehkirî re sînordar nemane, di heman demê de jî ziman, çand û nirxên civakî yên gelên mêtîngeh an jî gelên ku bi xwe ve girêdane jî qedexe kirine, bi polîtîkayên bişavtinê re xwestine tine bikin, bi sepandina qirkirina civakê re jî biçûk xistine.

Êrîşên ku li ser zimanê dayikê yê ku parçeyeke ji hebûna mirov û civakê ye, amûra şiyarbûn, çêbûn û veguhestina hişmendiya neteweyî çêdibin jî, di heman demê de weke qirkirina civakî û sûcê mirovahiyê tê qebûlkirin. Li gorî daneyên zanistî îro li cîhanê bi qasî 2500 ziman bi tinebûnê re rûbirû ne. Gelek zimanên kevin ên Mezopotamyayê an ji aliyê sîstemên mêtînger ve hatin tinekirin an jî di roja me de bi tinebûnê re rûbirû têne hiştin.

GELEK ZIMANÊN DAYIKÊ YÊN LI TIRKIYEYÊ LI BER TINEBÛNÊ NE

Li Tirkiyeyê di serî de zimanê Kurdî; zimanên weke Asûrî-Suryanî, Lazî, Hemşînî, Pomakî, Abazayî, Çerkezî û heyanê weke zimanê Tirkmenî û gelek zimanên din di encama polîtîkayên bişavtinê de di bin tehlûkeya tinebûnê de ne.

Weke ku di Hevpeymana Mafên Zarokan de jî bi vekirî hatiye diyarkirin di zimanê dayîkê de perwerde dîtina kes, yek ji mafê herî bingehîn ê mirovan e. Astengkirina perwerde di zimanê dayîkê de jî yek ji binpêkirinên herî mezin ê mafê mirovan e û ev sûceke mirovahiyê ye. Dewletên mêtînger li hemberî gelê Kurd her roj li pêş çavê hemû cîhanê vê sûcê dij mirovahiyê dikin.

Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê û pêve bi tinehesibandina hebûna neteweyî ya Kurd, rastiya Kurdistanê û zimanê Kurdî re, hewldidin ku li ser bingehê polîtîkayên qirkirin û înkarê yên dûrê aqilê mirovan, bi mekanîzmayên asîmlasyonê û zextên giran re vê rastiyê ji holê bidin rakirin. Lê belê têkoşîna ku ji bo axaftin, nivîsandin û jiyankirina Kurdî hatî meşandin tevî berdêlên giranbuha jî bênavber berdewam kir û hê jî berdewam dike. Di vê têkoşîna birûmet de gelê Kurd di pêşengiya Tevgera Azadiyê û Rêber Apo de mînaka têkoşîneke dîrokî û biheybet raber dike.

Li ser xaka Mezopotamyayê ya ku di seranserê dîrokê de dergûşî ji bêhejmar şaristaniyan re kirî, cihê destpêkê mirov civakî bûyî û cihê zimanê destpêkê lê pêşketî; tê armanckirin ku ziman û çanda Kurdan a ku yek ji zimanên herî kevin ê herêmê ye û di nivîsên mîxî de jî weke ‘Kûrtî’derbasbûyî di polîtîkayên bişavtinê re derbas bikin. Şaristanî û çanda Mezopotamya ya dewlemend jî di encama polîtîkayên hovane, înkarker û yekdestdar ê ku di bisalan tê pêkanîn de her weku dixwazin veguherînin çoleke bêweçbûyî. Zêhniyeta qedexeker a ku bi salane li beramberê ziman, çand û baweriyan e îro ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ve bi rêbazên herî hovane û barbarane tê meşandin.

BI MILYONAN ZAROK NIKARIN ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ BI KAR BÎNIN

Di Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanê de ji ber ku bi milyonan zarok nikarin zimanê xwe yê dayikê bikar bînin, nikarin bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibînin mexdûriyete mezin tê jiyankirin. Lewra jî divê dawî li polîtîkayên bişavtin û sînordarkirinê yên li ser zimanên dayikê yên cuda yên ku weke parçeyeke girîng ê perwerdeya demokratîk û zanistî têne qebûlkirin bêne anîn. Her cûre astengiyên ku li pêşiya perwerdeya zimanê dayikê yê kes û civakê hene jî divê ji holê bêne rakirin. Di vê serdema rastiya peywendiya ku aqlê mirovan dide sekinandin tê jiyankirin, têgihên mafên mirovan û demokrasiyê ji ser zimannan nakevin de, bi şêweyeke tam jî berevajiyê vê; pêkanînên qirkirinê û êrîşên faşîzan ên li ser ziman û çandên cuda jî bi ti gotinê nayê ravekirin. Vegotin û hewldanên ji bo ravekirina vê yekê bêne kirin jî wê di biniya van pêkanînan de bêne nirxandin.

Bi vê boneyê em Komîteya Perwerdê ya KCK'ê qirkirina çandî, qirkirina ziman û qirkirina qewmî ya mijara gotinê careke din jî mehkûm dikin û em weke Tevgera Azadiyê bi mirovahiya pêşverû re didin diyarkirin ku li hemberî van pêkanînan têkoşîna xwe heya serkeftinê bi awayeke bibiryar bidomînin. Li ser vê bingehê bi hêvî û bendewariya têkoşîna pêşxistina malbateke mirovan û cîhaneke ku hemû cudahî, reng, ziman û çand bi awayeke azad bikarin jiyan bikin 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê pîroz dikin. Biryardarî û baweriya têkoşîna rakirina hemû astengiyên “zagonî” û kiryarî yên li pêşiya hemû ziman û gelan didin diyarkirin."