Komîsyona Meclîsê ji bo rakirina parêzbendiya Aydenîz kom dibe

Komîsyona ku ji endamên Komîsyona Edalet û Makeqanûnê ya Meclîsa Tirkan pêk tê ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz kom dibe.

Komîsyona Edalet û Makeqanûnê ya Meclîsa Tirkan wê roja Pêncşemê saet di 11’an de kom bibe.

Derbarê Salîha Aydenîz bi hinceta ku di çalakiya Kadikoya Stenbolê de ‘hutik avêtiye polîs’ fezleke hatibû amadekirin. Di vê çalakiyê de polîsan şîddet li çalakvanan kiribû.

Hate diyarkirin ji bo civîna komîsyonê 5 fezlekeyên derbarê Aydenîz kirine yek.

Beriya banga Serokatiya Komîsyonê jî Serokkomarê AKP’yî Tayyip Erdogan, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop û Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz kiribûn hedef.