Komîsyona Meclîsê biryara rakirina mafê destnedayînê yê Guzelê da
Komîsyona Amadekariyê ya Meclîsa Tirk, biryara rakirina mafê destnedayînê yê Parlamentera HDP’ê Semra Guzel da. Endamê Komîsyonê yê CHP’yî piştgiriya biryarê kir.
Komîsyona Amadekariyê ya Meclîsa Tirk, biryara rakirina mafê destnedayînê yê Parlamentera HDP’ê Semra Guzel da. Endamê Komîsyonê yê CHP’yî piştgiriya biryarê kir.
Komîsyona Amadekariyê, ji ber ku Semra Guzel a hatiye ragirtin tevlî kar û xebatên çêkirina qanûnan nabe hat avakirin.
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum ji ber pirsgirêka xwe ya tenduristiyê tevlî civînê nebû.
Komîsyon bêyî Gulumê li hev civiya û bi dayîna dengan biryara rakirina mafê destnedayînê yê Guzelê da.
Endamê Komîsyonê yê CHP’ê Rafet Zeybek jî dengê xwe ji bo rakirina mafê destnedayê da.