Di daxuyaniya nivîskî ya komeleyê de hat ragihandin ku girtina Fîncanci piştî daxuyaniyên wê yên ku gotibû dibe ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar aniye,bûye sedema guman û hêrseke mezin û hat destnîşankirin ku daxuyaniyên Fîncancî di çarçoveya prensîbên bingehîn ên azadiya raman û tiba edlî de ne.
Di daxuyaniya komeleyê de hat gotin, "Di vê çarçoveyê de em dixwazin ku Profesor Şebnem Korur Fîncanci demildest bê berdan û em piştgirî didin daxwaza lêkolîneke serbixwe ya berfireh a derbarê binpêkirina qedexeya çekên kîmyewî de."