Komeleya Rojnamageran a Dîcle Firatê rojnameger Tepe bi bîr anî

Komeleya Rojnamageran a Dîcle Firatê rojnameger Safyettîn Tepe bi bîr anî û got “Em ê xwedî li têkoşîna wî derkevin.”

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) nûçegihanê rojnameya Yenî Polîtîkayê Safyettîn Tepe di salvegera qetilkirina wî de bi daxuyaniyek nivîskî bi bîr anî.

DFG’ê, bi bîr xist ku di salên 1990’î de gelek rojnamegerên çapemeniya azad hatin revandin û kuştin û wiha got: “Yek ji van rojnamegeran jî Safyettin Tepe bû. Tepe nûçegîhanê Rojnameya Yenî Polîtîka yê Êlihê bû. Di 25’ê tebaxa 1995'an hat destgîrkirin. Piştre birin Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê. Di 29’ê Tebaxa 1995'an de di nezaretê de ew kuştin. Hêj 27 salî bû. Nû dest bi rojnamegeriyê kiribû. Polîsan îdîa kirin ku Safyettîn di nezaretê de xwe kuştiye. Lê malbata Tepe diyar kir ku kurê wan hatiye qetilkirin.”

DFG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de, ev tişt gotin: “Safyettîn pismamê Ferhat Tepe bû. Ferhat Tepe jî nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê bû. Ferhat Tepe di 28’ê Tîrmeha 1993'an de li Bedlisê hatibû revandin û di 8’ê tebaxê de cenazeye wî li tenişta Hazarê hatibû dîtin. Safyettîn Tepe di Îlona 1993'an de li Edene û Dîlokê nûçegîhaniya Rojnameya Ozgur Gundemê kir. Dema hat kuştin li Êlihê nûçegîhanê Rojnameya Yenî Politika yê Êlihê bû. Birayê Safyettin, Tayîp Tepe, di hevdîtinên xwe de diyar kiribû ku nûçeyên faîlên nediyar çêdikir û ji ber polîs ji nûçeyên Safyettîn bêzar bûn, ew kuştin. Malbatê di sala 1996’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) da. DMME’yê di 20’ê Adara 1996’an de serlêdan qebûl kir, lê di 13’ê Nîsana 2004’an de serlêdan red kir. 26 sal in hêj kujer nehatine dîtin û nehatine cezakirin.”

DFG’ê, diyar kir ku weke ew ê têkoşîna rojnamegerên di rêya rastî û heqîqetê de canê xwe dane bilind bikin û destnîşan kir ku ji bo ronahî di tarîtiyê de nemîne, wê heta dawiyê li pey doza wan bin. 

Wê Tepe sibê ji aliyê xizm, heval û hogiren xwe ve li ser gora xwe ya li Bedlîse were bibîranîn.