Komeleya 78'an: Hişmendiya êşkenceyê ya 12'ê Îlonê didome

Komeleya 78'an li ber Girtîgeha Amedê kom bû û diyar kir hişmendiya 12'ê Îlonê didome.

Şûbeya Amedê ya Komeleya 78'an ji bo salvegera darbeya 12'ê Îlonê li ber Girtîgeha Tîpa E'yê ya Amedê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de rêveberên Komeleya 78'an, hevserok û wekîlên HDP, DBP û nûnerên MED TUHAD FED, MEBYA-DER û TUHAYDER'ê jî hazir bûn.

Serokê Komeleya 78'an Huseyîn Bariş daxuyaniya çapemeniyê da. Bariş diyar kir darbeya 12'ê Îlonê hê jî didome û got, ''Civak û gelên Tirkiyê ew vîna ku hesab ji darbekarên 12'ê Îlonê bixwazin, nîşan nedaye. Ji ber vê em di çarîka pêşî ya sedsala 21'ê de ne; hê jî saziyên sereke yên 12'ê Îlonê didome.''

Bariş di daxuyaniyê de bal kişande ser êşkenceya li zindana Amedê ya dema darbeya 12'ê Îlonê û got, ''Êşkenceya li zindana Amedê hatî kirin ne kêmî ya li zindana Guantanamo ye, hê jî li zindanên Tirkiyê eynî rêbaz têne domandin. Li dijî van rêbazan bi ehzaran girtî bedena xwe dane ber grêva birçîbûnê, her roja ku diçe dihelin û wiha têdikoşin. Çi kesê xwedî hîsên biratiyê û dostaniyê divê li bara grêva birçîbûnê bihityar be, ev peywireke sereke ya mirovî ye.''