KOMAW: Em birîna hev derman bikin

KOMAW ji bo kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û xwest ku bi giyanekî seferberbûyî hevgirtineke civakî were avakirin.

Saziya Şehîdan û Malbatên Nebediyan (KOMAW) derbarê erdheja Başûr û Rojhilata daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane sersaxî hata xwestin û ji bo birîndaran jî şifa xêrê hate xwestin. KOMAW’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo êşa heyî ya ji ber erdhehê were kêmkirin pêdivî bi hevgirtinê û yekkirina hêzê heye û diyar kir, ‘’roj ew roj e ku em birîna hev derman bikin.’’

 ‘PEYWIRA ME YA MIROVÎ Û WELATPARÊZIYÊ YE’

KOMAW’ê wiha got, ‘’Di rojeke wiha de divê em parvekirinê deynin ber xwe, em destê xwe bidin gelê me yê ku ji erdhejê ziyan dîti û bi vî rengî em dikarin bandora erdhejê kêmtir bikin. Peywira me ya însanî û welatparêziyê ye ku em di erdeheje wiha de ku bûye sedema hilweşîna madî û mirinê li cem gelê xwe bin.

Civaka Kurdistanê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de gelek êş kişandine. Gelê Kurdistanê bi hişmendiya rêxistinî û hevgiriyê dikare heq ji van êş û dijwariyan derkeve.’’

Êş, windahî, hilweşîn êşa me ya hevpar e. Her mirovek û gelê me yê welatparêz divê di vê êşa hevpar de berpirsyariya xwe bibîne.’’

KOMAW’ê di dawî de diyar kir ku divê gelê Kurd bêyî ku ji hêzên kapîtalîst û zilimkarên faşîst tiştekî hêvî bike divê li cem gelê me yê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bisekine û destê xwe bide gelê Rojhilat û Başûr.