KOMAW: Divê qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin!

KOMAW'ê ragihand ku rakirina qedexeya li ser PKK'ê bi kêrî her kesî tê û got, "Li şûna piştgirî ji sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê re bê dayin, divê ev sûcên li dijî mirovahiyê bêne rawestandin."

Rêveberiya KOMAW'ê têkildarî qedexeya li ser PKK'ê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, "PKK destpêkê li Elmanyayê di 26'ê Mijdara 1993'an de hate qedexekirin. Piştre sala 1997'an li DYE'yê, sala 2002'an jî li Yekîtiya Ewropa, Kanadayê û bi vî rengî li çend dewletên din hate qedexekirin."

KOMAW'ê bal kişand ser nirxandinên akademîsyen û siyasetmedaran ku dibêjin qedexeya li ser PKK'ê bi kêrî kesî nayê, her wiha biryara dadgeha Belçîkayê ya ku dibêje PKK rêxistineke terorê nîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em dixwazin qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin û ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin.

Banga me li wan hikumetan û saziyên navneteweyî yên pêwendîdar e ku biryara qedexeyê dane. Bi vê bangê em di heman demê de dixwazin bêjin ku li şûna piştgiriyê bidin sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê ku li hemberî gelên me dikin, li dijî van sûcên li dijî mirovahiyê rawestin.

Her wiha em girîng dibînin ku vê yekê bi bîr bixînin: Gelek hikumetên dewletên ku ev biryara nexêr dane, li Sûriyeyê û Iraqê li dijî rêxistina terorê ya DAÎŞ'ê, li dijî hovîtiyê, we li gel PKK û PYD'ê têkoşîneke hevpar a serketî meşandin û hîn jî vê têkoşîna kêrhatî dewam dikin.

Ev têkoşîna hevpar a bi navê Koalîsyonê ku piraniya wan endamên NATO'yê zêdeyî 40 dewlet tê de ne, divê rast bê dîtin û piştgirî jê re bê dayin. Dema ku mirov vê yekê û biryara qedexeyê û lîsteya terorê bi hev re dinirxînin, gelo nakokî di nav de nîne?"