Koma Tifaqa Kurdistanî: Berpirsê komkujiya li Konya desthilat e

Di civînê de ku Koma Tifaqa Kurdistanî têkildarî komkujiya nijadperest ya 30’ê Tîrmehê li Konyayê û lidarxistî, hate gotin ku berpirsirs desthilat e.

Koma Tifaqa Kurdistanî, derbarê êrişa nijadperest a li navçeya Meram a Konyayê ku di encamê de 7 endamên malbatek Kurd bi rengek hovane hatin kuştin , li Cemiyeta Rojnamegerên Guneydogu ya li navçeya Yenîşehîr  a Amedê, civîna çapemeniyê  li dar xist. Nûnerên partiyên Kurdan ên di tifaqê de cih digirin tevlî civînê bûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ev êriş encama polîtîkayên desthilatdariyê ne. Aydenîz, anî ziman ku di encama van polîtîkayan de, di demên dawî de êrişên nijadperest pêk dihatin û komkujiya li Konyayê parçeyekê ji van êrişan e. Aydenîz di dewama axaftina xwe de wiha got: “Berpirsê vê komkujiyê desthilatdarî ye. Divê ev desthilatdar baş zanibe ku gelê Kurd ne bi tenê ye. Kurdan heya roja îro li dijî van êrişan tu carî paşve gav ne avêtine. Wê ji vir û şûnde jî paşve gavê ne avêjin. Emê bi ruhê yekîtiyê li dijî van êrişan derkevin.”

 Piştre Berdevkê Komeleya Kurd a Demokrastîk Şoreşger (DDKD) Abdulhey Okûmûş daxuyaniya hevpar a Koma Tifaqa Kurdistanî bi zimanê Kurdî xwend. 

Daxuyaniya bi ser navê “Em vê êrîşa sîstematîk û nîjadperest bi tundî şermezar dikin!” wiha ye: 

“Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê kuştin û bi darê zorê ji cihê ku jiyan dikin dûrxistin yên di encama hewldanên êrîşên nîjadperest ên birêxistinkirî û lînçkirinê de li dijî Kurdan pêk tên, her ku diçe zêdetir dibin. 

 Vê carê jî li Konyayê dîsa bi êrîşeke nîjadperest malbateke Kurd hate qetilkirin...

Çar kes jê jin bi giştî heft kes bi awayekî hovane hatin kuştin! 

Bes bi vê jî sînordar neman, xanî dane ber agir!

Ev qirkirin, ne wek ku rayedarên hikûmetê îddia kirin di nav du malbatan de “şerê neyartî” an jî nelihevkirina li ser erd û axê bû... Ma ev bi çi awayî “neyartiya navbera du malbatan” e ku 12’ê Gulana 2021’an, malbatek bi 60 kesan ve êrîşî malbateke din (malbata Dedeogûllari) dike? Ji malbata Dedeogûllari 6 kes birîndar dibin û tên derb kirin. Li ser vê êrîşê malbata Kurd ji rayedarên dewletê ên li wî bajarî ji bo ewlehiya xwe daxwaziya parastinê dikin. Tevî vê biryara parastinê ji heman malbatê 7 kes tên qetilkirin.

Bi mehane ku bi rêkûpêkî li navçeya Meram a Konyayê û navçeyên din malbatên Kurdan ji xwe re kirin armanc! 

Ev qetlîam bi mehan e li ber çav bû, lê mixabin hikûmet ji bo parastinê ti tişt nekir. 

Li Konya û berî wê li Afyonê, li Enqerê û hwd li bajarên din tişta ku pêkhatin ne “bihevketina Kurd û Tirkan” e!

Bûyera qetilkirina malbata Dedeogûlları li navçeya Meram a Konyayê, piştî êrîşa nîjadperestî ya 12’ê Gulanê, ji ber polîtîkayên bêcezatiyê gihîşte asta herî bilind û mafê jiyana malbatekê ji dest hate girtin. Ji ber ku êrîşên heta niha hatin kirin wek sûcên nefretê nehatin dîtin. Bûyer ji aliyê meqamên lêpirsînê wek çalakiyeke êrîşê ya ji rêzê hate nirxandin. 

Bi van êrîşan ji Kurdan re bi awayekî eşkere wiha tê gotin; “Ger hûn bixwazin li Konya-Afyon-Enqere-Manîsa-Stenbol... bijîn, divê hûn wek Kurd neyên xûyakirin! Bi Kurdî neaxivin û kesî aciz nekin! Nasnameya xwe ya Kurdîtiyê jibîr bikin! An na çi bê serê te tu yê bibînî! Li van bajaran li dijî gelê Kurd ku bi milyonan in, polîtîkayên çewsandinê tên ferzkirin. 

Zimanê tund yê desthilatdariya siyasî, kiryarên ku cihêkarî û bihevketinê zêdetir dike, hedef nîşandayîna Kurdan ya ji aliyê çapemeniya alîgir, bingeha êrîşên nîjadperest amade dike. Polîtîkayên bêcezatiyê yên li dijî êrîşên nîjadperest, xemsariya hêzên ewlekariyê; dema em van hemûyan bidin ber çav diyare ku êrîşkar vê hêzê ji ku digirin. 

Desthilatdariya siyasî ji van bûyeran berpirsiyar e. Piştî êrîşên nîjadperest ên li hember Kurdan em li gor şîretên Komîteya Cihêkariya Nijadan a Neteweyên Yekbûyî (BM) dixwazin ku li ser nîjadperestiyê lêpirsîneke bi bandor bê kirin û tedbîrên ku bê ceza nemîne bên girtin. Berpirs û berpirsiyarên vê qetlîamê divê yekser bên dîtin û werin darizandin. 

Em bang li hemû hêzên demokrasiyê yê Tirkiyê, partiyên muxalif, saziyên civaka sivîl dikin ku li hemberî van êrîşên nîjadperest bi awayekî çalak û eşkere bisekinin. 

Em li hember êrîşên nîjadperest ên ji ber nasnameya Kurdîtî ya gelê me ne û li hember van êrîşan em dibêjin ku gelê me tu caran ne bi tenê ye.”