Kolberek li Hemedanê hate kuştin

Hêzên rejîma Îranê li bajarê Hemdanê kolberekî Kurd  kuştin û hevalê wî jî bi giranî birîndar kirin.

Rejîma Îranê di şexsê kolber û kasibkarên Kurd de bi rêk û pêk Kurdan dikuje. Vê carê jî kolberekî Kurd li bajarê Hemedanê yê Îranê bû hedefa guleyên hêzên rejîma Îranê. Di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da û hevalê wî jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ji herêmê heremê hatin girtin, kolberê li Hemedanê hatiye kuştin xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û navê wî jî Sîrwan Pesendî ye. 

Sîrwan temenê xwe 43 salÎ ye û bavê du zarokan e. Her wiha hat ragihandin ku kolberê giran bûye jî navê wî Rizgar e.