Kolanên Silêmaniyê bi wêneyên Ocalan hate xemilandin

Ciwanên Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kolanên Silêmaniyê bi wêneyên Ocalan xemilandin.

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî komploya navntewî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê çalakiyek lidar xist.

Ciwanan bi dirûşmeya “Em ê tu caran jiyanekî bê yî Rêber Apo qebûl nekin” kolanên bajêr bi wêneyên Ocalan xemildandin. Ciwanan diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Li ser wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan nivîsa “Ji tecrîdê re na, bimre bêdengî” hate danîn.