KODAR û PJAK sersaxî ji malbata şehîd Rêzan Cavîd re xwest

KODAR û PJAK’ê bi peyamekê sersaxî ji malbata şehîd Rêzan Cavîd xwest.

Ji ber wefata bavê yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdıstanê şehîd Rêzan Cavîd (Hecî Mehmûd Rebenî) KODAR û PJAK’ê sersaxî ji malbat û xelkê Mihabatê re xwest.

KODAR û PJAK’ê bi peyameke hevpar sersaxî ji malbata Şehîd Rêzan Cavîd re xwest û got ku malbata Rebenî bi welatparêzî û azadiya gelê xwe têkoşîn û berxwedaneke mezin kirine.

Di dewama peyamê de hate destnîşankirin ku malbata Rebenî ewladekî xwe yê bi navê Rêzan Cavîd ji bo azadiyê û ji bo rizgarbûna ji zilmê, tevlî nava refên têkoşînê kiriye.

Di beşek din a peyama sersaxiyê de gotin “Domandina têkoşînê ya malbatên me yên wiha li ser rêya zarokên xwe yên mîna Şehîd Rêzan Cavîd rêya serketinê nîşan dide. Di serî de ji malbata xwe ya hêja û em hemû xelkê me yê Mihabatê re sersaxiyê dixwazin. Em ê têkoşîna hevrêyê xwe Rêzan Cavîd heta serketinê bidomînin. Ruhê şehîdên me şad be.”