YRK: Di êrîşê de tu zirarek negihiştiye hêzên me

YRK’ê têkildarî êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ya li herêma Pênçewîn daxuyaniyek da û ragihand ku di êrîşê de zirarên madî gihiştiye xelkê herêmê.

Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ya li herêma Pênçewîn daxuyaniyek da û ragihand ku di êrîşê de zirarên madî gihiştiye xelkê herêmê.

YRK’ê di daxuyniya xwe de ev tişt anîn ziman: “Weke tê zanîn, dewleta faşîst û dagirker a Tirk, di 3.12.2021’an de di saet 7:45’an de li herêma Pêncewîn li derdor gundê Rengîne, bi balafirên bê mirov û bi çek êrîşa hewayî pêkaniye. Divê êrîşê de zererên madî yên gelê herêmê çêbûne. Divê êrîşê de tu windahiyên me tunene.”