Koçerîn Amed: Herêma Bradostê ji nû ve bûye navenda berxwedanê

Rêvebera KJK'ê Koçerîn Amed got, herêma Bradostê ji nû ve veguheriye navenda berxwedanê û destnîşan kir, "Bradost mîna hevpeyvmana xweparastina li dijî her êrîşê ye."

Ji rêveberên KJK'ê Koçerîn Amed der barê berxwedêriya herêma Xakurkê-Bradostê axivî.

Amed diyar kir, herêma Xakurkê ku di navenda sêgoşeya Îran, Iraq, Tirkiyeyê de ye ji aliyê jeopolîtîk ve xwedî girîngiyeke stratejîk e û got, "Herêma Xakurkê di heman demê de weke herêma Bradostê tê pênasekirin. Hem ji aliyê dîrokî ve hem jî ji aliyê serdema heyî ve cografyayeke ku gelekî girîng e."

Amed bal kişand ser berxwedêriya vê herêmê û got, "Ev cografya ti carî ji nirxên xwe yên çandî qut nebû. Her tim li koka xwe şîn bû û bi vî rengî hebûna xwe parast. Di dîrokê de li vê herêmê timî şer qewimî û bû qadeke berxwedanê. Timî bû hedefa êrîşên hêzên şaristaniyê û bi rêxistinbûnên eşîrî û konfederasyonê xwe li dijî êrîşan parast. Ji bo rêbaza xweparastinê ya Kurdan mînakeke xweparastinê ye."

Amed diyar kir ku herêma Bradostê mîna hevpeymaneke xweparastinê ye û got, "Ev yek çiqasî bikeve meriyêt wê civak û gel karibe xwe ewqasî biparêze, nirxên xwe yên çandî biparêze."

GIRÎNGIYA HERÊMA BRADOSTÊ JI BO TÊKOŞÎNA AZADIYÊ

Amed anî ziman ku herêma Xakurkê ji bo dîroka wan a têkoşînê jî gelekî girîng e û got, "Yek ji herêmên sereke û bingehîn e ku têkoşîna me ya azadiyê lê dest pê kir. Rêbertî welatparêziya xurt a gelê vê herêmê zanîbû, lewma têkoşîna li vê herêmê girîng dît.

Ew herêm e ku hevalê Egîd lê ma û nîqaşên destpêkê yên plansaziya Pêngava 15'ê Tebaxê lê hate kirin. Qada ku pratîka destpêkê ya gerîlatiyê lê pêk hat. Ew dever e ku me gava destpêkê ya gerîlatiyê lê avêtin. Ji bo dîroka me ya têkoşînê gelekî girîng e."

BERXWEDANA BÊRÎTAN

Amed bal kişand ser çalakiya fedayî ya Bêrîtan (Gulnaz Karataş), ku sala 1992'an li Xakurkê pêk anî û got, "Hevrê Bêrîtan bi rengekî ku li dîroka herêma Bradostê tê kevneşopiya berxwedanê ya PKK'ê di kesayetiya xwe de şênber kir û li dijî êrîşên dagirker ên TC'ê û hevkariyê, bi rengekî bê eman heta fîşeka dawî şer kir, têkoşiya. Bi biryardariyeke mezin li ber xwe da. ji bo êsîr nekeve dest çalakiya fedayî kir. Derbeke mezin li dagirkerî û nokeriyê xist."

Amed destnîşan kir ku li herêma Xakurkê xiyanet ji holê hate rakirin û bi pêşengiya Bêrîtan xeta berxwedanê bi ser ket.

BANGA LI GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Amed bal kişand ser dagirkeriya vê demê ya li herêma Xakurkê û got, "Gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî vê dagirkeriyê ye. Herêma Bradostê yek ji wan herêman e ku Kurdan hebûna xwe lê wergirtine. Parastina herêma Bradostê parastina hebûna xwe ye. Ji bo vê jî pêwîstî hîn bêhtir bi rêxistinbûn û çalakiyan heye."

Amed anî ziman ku bi navê tevgera azadiyê ya jinê ew bi biryar in ku xeta Bêrîtan li dijî êrîşan û dagirkeriyê temsîl bikin.