Kobanê: Em ê li ber êrîşên li Eyn Îsa bêdeng nemînin

Ji Fermandarên YPJ’ê Barîn Kobanê ya ku nerazîbûn li hember êrîşên li ser Eyn Îsayê da got: “Em YPJ li ber êrîşên tên kirin, bê bersiv nemînin.”

Demek dirêj e bê navber êrîş li ser herêma Eyn Îsayê tên kirin. Bi zanabûn sivîlên li herêmê tên hedefkirin. Di van êrşên dewleta Tirk de glek sivîl birîndar û jiyana xwe ji dest dane.

Tevî lihevkirina Rûsya û DYE’yê dewleta Tirk a dagirker bi qasî 2 kêlometre nêzî Eyn Îsayê bûne, nûqteyên leşkerî û  cîhazên termal danîne.

Li ber êrîşan jî hem rejîma Sûriye û hem jî Rûsya bêdengiya xwe didomînin.

Ji Fermandarên YPJ’ê Barîn Kobanê got: “Ji aliyê Eyn Îsayê ve êrîş tên kirin. Li vê derê bi hezaran kes dijîn. Ziyanên madî li gelek malan bûne, gelek mirov jî birîndar bûne, jiyana xwe ji dest dane. Tevî vê jî gel girêdayî war û axa xwe ye û dibêjin ku; ‘Wê heta dawî bimînin û li ber xwe bidin’.”

Kobanê bal kinşand ku gel dibêjin; ‘Wê qet warê xwe neterikînin’ û wiha domand: “Gel ji vê helwesta bêdeng a Rûsya û rejîmê nerazî ye. Di êrîşa herî dawî de gel bi awayekî cidî û bi hêrs nerazîbûna xwe nîşan da, peyama; ‘Pêwîst bike di çarçoveya erka xweparastinê de em ê li her derê axa xwe biparêzin’ dan.”

‘WÊ BÊ BERSIV NEMÎNE’

Fermandar YPJ’’ê Barîn Kobanê got: “Em YPJ li ber êrîşên tên kirin bê bersiv namînin. Çi dibe bila bibe, li hember êrîşan em amade ne. Em êrîşî kesê nakin. Artêşa Tirk a dagirker tim êrîş dike. Rewşa li holê ya NATO’yê li ber êrîşan bêdeng, nîşana îtifaqekê ye. Em şervanên vî gelî ne. Eger em bersiva êrîşan nedin wê dîrok me efû neke. Yek gule li vê axê bikeve, em qebûl nakin, serî li ber natewînin. Em deyndarê gelê xwe ne. Li ser vê axê li her bostekê xwîna şehîdan hatiye rijandin. Ev xak axa ku em li ser hatî dinê û mezin bûne; rûmet, nirx û mîrasê ji bo me hatiye hiştine. Em ê heta dawî xwedî li vî mîrasî derkevin. Me berdêl da, pêwîst bike em ê hê zêdetir jî bidin. Gelê hejar li kû dibe bila bibe, em ê li gel wan cih bigirin.”