KNK: Li qadên 1'ê Gulanê li tenişta gerîlayên Kurdistanê rawestin

KNK'ê diyar ku ew di bin êrişeke giran a dagirkeriyê de dikevin 1'ê Gulanê û got, "Em bang li Kurdistaniyan dikin ku di qadên 1'ê Gulanê de li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin û li tenişta Gerîlayên Kurdistanê rawestin."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê peyamek weşand.

Peyama KNK'ê wiha ye:

"Karker û kedkaran bi têkoşîna xwe, bi berxwedana xwe, bi xwêdana eniya xwe, bi keda xwe ya helal, 1'ê Gulanê kirine cejna xwe ya 'yekîtî, têkoşîn û piştgiriyê'. Ev cejn vê gavê li seranserê dinyayê tê pîrozkirin. Bila Cejna 1'ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz be.

Cejna 1'ê Gulanê ya hemû xelkê Kurd e, ya Kurdistaniyan e jî. Xelkê Kurd û hemû Kurdistanî ev e serê sedan salan e ji bo azadiyê, rizgariyê, jiyaneke dilşa û serbilind têdikoşin. Ev têkoşîn bi xwe kedeke mezin û bihadar e. Lewma Kurdistanî karker û kedkarên azadiyê û rizgariyê ne. Pêkve xelkên Kurdistanî jî, bi vê keda mezin ya têkoşînê, cejna 1'ê Gulanê heq kirine. Bila li wan jî pîroz be. Gerîla û Pêşmergeyên doza mezin a Kurdistanê jî, bi fedakirina canê xwe, karker û kedkarên herî rêzdar in û 1'ê Gulanê ne, bila li wan jî pîroz be.

Cejna 1'ê Gulanê, li nav kanên ber û keviran, di kolan û derêxistina rejûya sedan kîlometre li binê erdî, li ser dîwarên xanî û avahiyan, li fabrîke û zeviyên çandinê û her çeperê xebata jiyanê hatiye qazanc kirin û bi têkoşîneke xurt û mezin bi dest ve hatiye. 1'ê Gulanê wekî cejn bi serê xwe, ked e, xwêdan e, hêz e û enerjiya bîr û hizirî ya mirovahiyê ye. Rejîmên zalim û zordar herdaîm pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derxistine pêşiya karker û kedkaran û hemû xelkê, da ku vê cejna kedê pîroz nekin. Lê ne karkeran, ne kedkaran, ne jî xelkê serê xwe li ber vê zilma serdestan şor nekiriye û têkoşîn û berxwedana xwe domandine û ev cejn li ser çeperê têkoşînê bi dest ve anîne. Gelê Kurd ji kevin were, ev cejna kar û kedê wekî cejna xwe qebûl kiriye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kiriye.

Em îsal cejna 1'ê Gulanê, di bin êrîşên dewleta Tirk yên li ser gel û hemî nirxên şoreşê û bi taybetî yên li Başûrê Kurdistanê de, pêşwazî dikin. Heftiyekî pêş cejnê, dewleta Tirk operasyonekî mezin li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn, dan destpêkirin. Niha li van herêman şerê giran rû dide. Hêzên Parastina Gel, hêzên azadiyê, Gerîlayên Kurdistanê bi qehremaniyek mezin li ber xwe didin û derbên giran li dijminan dixin. Ev êrîşên mezin ne tenê li dijî hêzên HPG'ê ne, li dijî hemî destketên Kurdan e û bi taybetî jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Divê hemî hêzên Kurdistanê li dijî vê êrîşê derkevin. Em bang li hemî Kurdistaniyan dikin ku di qadên 1'ê Gulanê de, li hember êrîş û dagiriya dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin û li tenişta Gerîlayên Kurdistanê rawestin.

Têkoşerî û berxwdêriya doza azadiyê û rizgariyê, karkerî û kedkariya herî mezin e û xelkê me divê pêkve dakevin meydanan û hem cejna xwe pîroz bikin hem jî hêvî, xwezî û daxwazên xwe yên azadî, wekhevî û aştiyê bi dengekî bilind bêjin. Kurd û Kurdistanî di 1'ê Gulana îsal de jî bi wî ruhê têkoşêr û berxwedêr yê salan divê vê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê pîroz bikin ku ew jî parçeyekî wê dozê ne.

KNK 1'ê Gulanê, vê cejna karker û kedkarên Cîhanê, li gelên Kurdistanê û hemû xelkên Cîhanê pîroz dike."