KNK'ê sersaxî ji malbata Nadirov û gelê Kurd re xwest.

KNK'ê bi bîr xist ku Profesor Nadir Nadirov weke endamekî damezrîner ê KNK'ê ji bo yekîtiya gelê Kurd gelekî xebitî û got, "Em ê rêça profesor û zanayê xwe Nadirê Keremê Nadirov û hevrêyên wî heta dawiyê bişopînin."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber wefata Profesor Nadirê Keremê Nadirov peyameke sersaxiyê weşand.

Peyama KNK'ê wiha ye:

"Mixabin me 24.08.2021 xebera koça dawî ya Profesor Nadir Kerem Nadirov bihîst. Nadir Nadirov yek ji endamên damezrîner ê Kongreya Neteweyî a Kurdistnê bû û çendîn sal weke endamekî çalak ê KNK xebat û têkoşîn ji bo yekrêzî û tifaqa gelê Kurd û bilindkirina asta zaniyarî û zanista miletên herêmê kiriye.

Bi vê boneya xembar em li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) serexweşên xwe arasteyî malbata Xwedê jê razî, kesûkar û tevaya gelê Kurdistanê dikin.

Profesor Nadir Nadirov sala 1932 li gundê Qîqaçê yê ser bi herêma Nexîçêvanê ya dewleta Azerbaycanê hatiye dinê û 24 Tebaxa 2021'ê koça dawî kiriye û çûye ser dilovaniya Xweda.

Birêz Nadirê Keremê Nadirov pisporê Petro kîmyayê bû. Wî ji 40 pirûkan zêdetir çapkirine û zêdeyî 280 lêkolînên zanistê di warên cuda de nivîsandine. Ew ne tenê li welatên Sowyeta berê û Kurdistanê dihat naskirin, belkê li ser asta nevdewletî jî weke zaniyarek bilîmet û giranbuha dihat naskirin.

Ew  yek ji damezrînerên Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) ê û serokê rûmetê yê Yekîtiya Kurdên li Sowyeta berê bû. Wî di jiyana xwe de gelek pile, dereceyên zaniyariyê wergirtine, wexera wî di vê dema hesas de ji me re xisaretek mezine.

Em ê rêça Profesor û zanayê xwe Nadirê Keremê Nadirov û hevrêyên wî heta dawiyê bişopînin."