KNK’ê girtina rojnamegerên Başûrê Kurdistanê şermezar kir

Komisyona Mafên Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê diyar kir ku ew girtina rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê şermezar dikin û ji rêveberên herêma Kurdistanê ya federal dixwazin ku bila rojnamegeran berde.

Komisyona Mafên Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê diyar kir ku ew girtina rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê şermezar dikin û ji rêveberên herêma Kurdistanê ya federal dixwazin ku bila rojnamegeran berde. 

Di daxuyaniya KNK'ê de ev tişt hate diyarkirin

"Me di komisyona Mafên Mirovan ya KNKê, weke pêştir jî bi helwesteke fermî di 17’ê Sibata 2021’an de  bi armanca parêzvanî ji nav û pêgeya dadgeh û bawerîbûna hemwelatiyan bi dadgehan ku bi ti awakî nabe yasa bibe alavekê binpêkirina azadiya siyasî û şaristaniyê. Helbet sîstema rêveberiya her hukimranîyekê bi destûr û yasayên wê ve ciwan û şaristanîye û wê serkeftî be. Lê bele pêwîst e yasa û dadgeh dadperwer û bi temamî azadane û serbixwe bin. Azadiya derbirînê, rojnamevanî û beşdarîya siyasî payeyekî demokrasîyê ye û qabilê zeftkirinê nîne. Herweha bi rehayî di bin fermana partîyan da nebe û bi azadane û adilane li jorî desthilatdariyê biryarê bide, wate serwerê hemû desthilatdariyan be.

Di 16’ê Sibata 2021’an de dadgeha 2’emîn ya Hewlêrê pênc ji çalakvan û rojnamevanên Behdînanê Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Mamoste Şîvan Seîd û Eyad Ekrem girt û bi 6 sal zîndanî hukim dan. Bi belgeyên lawekîyên vê keysê û girtiyên dinê gelekî lawaz in û dadgehê  nekarîye tuhmetan biselmîne. Riqûkîna hizbî û naserbixweyîya dadgehê, biryarên neheq jê derdikevin. Mixabn biryara dadgeha temîzê jî biryarek hizbî û ne serbixwe bû li hember wan

rojnamevan û çalakvanan. Ji alîyekê din ew tawanên ku pê hatina hukimkirin di bê belge û binemayên yasayî bûn û dibû dîvçûnên zêdetir jêre hatiban kirin.  Loma em li Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNKê daxwaz ji serokatîya Herêma Kurdistanê dikin, desthelata qanûnî ya xwe bi kar bîne û bi arasteyeke rêzgirtin ji mafên azadîderbirîn û desteberkirina yeksanî û wekhevîyê di keysa rojnamevan û çalakvanên Behdînan, wê hukmê nedadperwerane bi wê desthelata ku heyî lêbûrînê ji wan re derxe.

Em li komisyona mafên mirovan  a KNKê piştgîriya xwe ji bo hemû dengen dilsoz û mafxwaz ûrêxistiyên mafê mirovan yên Kurdistanê û hemû rêxistitiyên navdewletê dikin û vê biryara dadgeha temîzê mehkûm û şermezar dikin.”