KNK'ê girtina Mela Nezir Berwarî şermezar kir

"Em biryara girtin û cezakirina Birêz Mela Nezir Berwarî, bi tundî şermezar dikin. Her weha bang li rêveberiya Herêmê dikin û dibêjin dev ji van kiryaran berdin û Mela Nezir û hemî girtiyên siyasî azad bikin."

Konseya Rêveber a KNK'ê li ser girtin û cezakirina endamê KNK'ê Mela Nezir Berwarî daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KNK'ê wiha ye:

"Li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li herêma Behdînan, ev e demeke nivîskar, rojnamevan û siyasetvanên muxalîf, ji ber sedemên siyasî û jiber fikr û ramanê xwe, têne girtin û têne cezakirin. Yek ji van kesan jî, endamê KNK'ê Birêz Mela Nezir Berwarî ye. Birêz Mela Nezir Berwarî, ji ber xebatên xwe yên siyasî, di meha Sibatê de hate girtin û du roj pêş niha jî, li dadgeha Dihokê 7 sal cezayê zîndanê lê hatin birîn. Mela Nezir kesekî siyasetvan e û endamê KNK'ê ye, her wiha endamê malbenda YNK'ê ye û weke welatparêzekî ji bo gel û welatê xwe kar kiriye. Raste kesekî muxalifê desthilata PDK'ê ye, lê ew jî mafekî wî yê rewa ye û mafekî demokratîk e.

Girtin û cezakirina kesekî bi vî rengî nayê qebûlkirin. Ev girtin û cezakirin ji ber sedemên siyasî ye, bê huqoqî ye ne adile. Em vê biryarê weke biryarekî huqoqî nabînin û napejîrînin. Em biryara girtin û cezakirina Birêz Mela Nezir Berwarî, bi tundî şermezar dikin. Her weha bang li rêveberiya Herêmê dikin û dibêjin dev ji van kiryaran berdin û Mela Nezir û hemî girtiyên siyasî azad bikin.

Li vê herêmê girtiyê siyasî ne tenê Mela Nezir e, bi sedan kesên muxalifê desthilata PDK'ê, ji ber sedemên siyasî hatine girtin. 82 kesên siyasî yên di zîndanê de, ji ber vê bê adaletiyê, ev e ji du heftiyan zêdetire greva birçîbûnê de ne. Xwestina wan edalete û bê huqoqîyê protesto dikin. Divê rêveberiya Herêmê guhdarî dengê wan bikin û helekî adil ji vê pirsgirêkê re bibînin.

Em weke gelê Kurd, bi girtinên siyasî yên ji teref dagikeran ve aşîna ne. Nabe ku desthilatekî Kurdî jî weke dagirkeran ji ber sedemên siyasî çalakvanên Kurd bigri û ceza bikin. Ev rewş di asta navneteweyî de jî, me ruswa dike. Ji xwe ev e demeke rewşa girtiyên Behdînan di rojeva rêxistinên humanîter de ye. Divê hukumet û rêveberiya Herêma Kurdistanê, bersiveke erênî bide rêxistinên humanîter û çareyekî adîlane ji vê meselê re bibîne.

Bi vê munasebetê, em carek din girtin û cezakirina Mela Nezir şermezar dikin û banga azadkirina siyasî dikin."