KNK'ê bi banga diyalog û tifaqê sala nû pîroz kir

KNK'ê sala nû pîroz kir û ev bang li hêzên Kurdistanî kir, "Her bi çi rengî be bila bibe, divê bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin, bi tifaq û bi hevkarî hewldanên dijmin û dagirkeran bêne têkbirin.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya sala 2022'an peyamek pîrozbahiyê weşand û got, "Saleke din, sala 2021'ê digel hemû xweşî û nexweşiyên xwe ve encam dide. Ji bo gelê me, bi giştî saleke têkoşînê bû. Li her çar aliyên Kurdistanê sal bi têkoşînek mezin derbas bû."

Peyama KNK'ê wiha dewam kir:
 
"Li Bakurê Kurdistanê, êrişên dewleta Tirk, di nava vê salê de jî bê navber berdewam kirin. Li hember van êrişên dijwar, di serî de hêzên gerîla û hemî dînamîkên gelê me, bi fedakarî û qehremaniyek mezin berxwedan û êrişên wan bê encam hiştin û îdîayên wan derewandin. Berxwedana efsanewî ya li Metîna, Zap û Avaşîn mohra xwe li salê da. Li Bakur di her warî de berxwedan berdewame. Berxwedana îro li Bakurê Kurdistanê tê dayîn, çi li zîndanan, çi li qada sîyasî de û çi li qada gerîla de, berxwedaneke pîroz û efsanewî ye.

Li başûrê Kurdistanê, her çend statûyek destûrî ya federal hebe jî statûya herêmên dabirayî (Deverên madeya 140) ne diyare. Her wiha di aliyêê aborî de li Başûrê Kurdistanê rewşek giran heye û gelê me ne rehete. Di nava vê salê de li Iraqê hilbijartin çêbûn, lê guhertinên pozîtîf bi xwe re neanîn. Iraq di nava aloziyek mezin de derbas dibe. Paşeroja Iraqê ne diyare. Ev rewş metirsiyan li ser Herêma Kurdistanê jî bi xwe re tîne. Ji aliyê din ve dagirkeriya dewleta Tirk ya li Başûrê Kurdistanê gav bi gav zêdetir dibe. Ji hemî deman zêdetir pêwîstî yekrêziyê heye û divê rewş bi baldariyek xurt bê şopandin û li hember dagirkeran têkoşîn bê zêdekirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî bi hemî awayî têkoşîna azadiyê berdewam kir. Dewleta Îranê jî weke dewleta Tirk, di nava vê salê de êrişên xwe berdewam kirin û dem dem jî êrişê Başûrê Kurdistanê jî kir. Rejîma Îranê li hundir û li derve di nava alozî û pirsgirakan de derbas dibe. Ev rewş derfetên xurtkirina xebatê bi xwe re tîne. Em hêvî dikin ku ev rewş, li Îranê bibe sedema guhertineke demokratîk û li Rojhilatê Kurdistanê jî bibe bingeha azadî û aştiyê.

Li Rojava ev e deh salin satûyek fêîlî heye. Ev destketekî mezine û divê bi hemî awayî bê parastin û bê fermîkirin. Heta niha jî rejîma Sûrî, ji çareseriyek aştiyane re ne amade ye. Dewleta Tirk, gef û êrişên xwe yên li ser Rojava berdewam dike. Hêzên parastinê, bi hemî awayî di rewşa amadebaşîyê (întîşar-alarm) de ne. Rêveberiya siyasî û îdarî jî, di nav xebateke berfireh ên dîplomasiyê de ne. Rojava, di asta navneteweyî de hingî diçe zêdetir tê qebûlkirin. Pêwîstiya Rojava bi her awayî, bi alîkariyê heye. Divê hemî hêz û hemî gelê Kurdistanê û hemî dostên Kurdan, ji bo parastina Rojava, şev û roj di nava çalakî û xebatan de bin. Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li hemî Kurdistanê ye.

Di dawiya sala 2021'ê de eger muhasebeya navxweyî bê kirin, digel hemî êş û bedelan û her wiha şaşî û kêmasiyên di xebat û têkoşînê de rûdayî dîsa jî têkoşîna azadiyê serketî ye. Êrişên dijminan vala hatine derxistin û hatine xetimandin. Hêzên Kurdistanî her bi çi rengî be bila bibe, divê bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin, bi tifaq û bi hevkarî hewildanên dijmin û dagirkeran serûbin bikin.

Em hêvî dikin sala nû, sala 2022'an bibe dema serketinê, bibe dema xewn û xeyalên geş ên gelê me.

Bi van bîr û hiziran KNK sala nû ya hemî Kurd, Kurdistanî û Cîhanê pîroz dike."