KNK: Divê dewleta Tirk ji ber sûcên li Şengalê dike bê darizandin

KNK'ê ragihand ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê dewama komkujiyên DAÎŞ'ê ye, sûcên li dijî mirovahiyê ne û destnîşan kir ku divê rayedarên dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî ji ber van sûcên li dijî mirovahiyê bên darizandin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser sûîqesta li dijî Fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û êrişa li ser Nexweşxaneya Sikêniyê ku ji aliyê balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker ve hate kirin, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya KNK'ê wiha ye:

"Di roja 16.08.2021an de, firokeyên dewleta dagirker a Tirkiyeyê, weke carên berê êriş birin ser navenda bajarê Şingalê û pêşengê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Fermandar Seîd Hesen û hevalê wî Îsa Xwudêda şehîd kirin û sê kes jî birîndar kirin. Ev êriş sûîqest e Û cinayeteke mezin e û tewaneke dijê mirotiyê ye. Rojek piştî vê sûîqestê, vê carê jî êrîşê Nexweşxaneya Sikêniyê kirin û bi firokeyên şer nexweşxane bombabarankirin û şewitandin. Di vê êrişa hovane de jî gelek kes şehîd ketin û gelek kes jî birîndar bûn. Nexweşxaneya Sikêniyê, navendeke tendurîstî ya herêmê bû û bi taybetî jî kesên tûşî nexweşiya koronayê bûyîn li wê nexweşxaneyê tedawî dibûn.

Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk êrişê Şingal û xelkê Êzidî dike. Êrişên berê û êrîşa li ser navenda bajarê Şingalê û bombabarankirina nexweşxaneya Sikênîyê, li gorî pîvanên hiqûqî, tewanên (sûcên) giranin û tewanên dijê mirovatîyê ne û tewanên şer in. Rêvebir û berpirsên dewleta Tirk, ji van êrişan berpirsyarin, cinayetkarin û divê di dadgehên navneteweyî de bêne darizandin.

Ev êriş bi awayekî zelal eşkere dike kû komploya li dijî îradeya xelkê deverê dewam dike û rasterast Êzidîyên herêma Şingalê hedef digire. Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK vê êrİşa hovane ya dijê Fermandar Hesen Seîd û Nexweşxaneya Sikênîyê, weke êrîşa li dijî temamî Êzîdxanê dinirxînin, şermezar û mehkum dikin.

Balkêşe ev êr,ş di dema serdana serokwezîrê hikûmeta Iraqê Mustefa Kazimî ya Şingalê de pêk hat. Heta niha jî ti daxuyaniyên fermî li dijê vê êrîşê yan ew êrişên beriya vê, ji bal hikûmeta Iraqê ve nehatine dayîn. Ev bêdengî, hevkariya di navbera wan de dide nîşan û cesaretê dide dewleta Tirk ku pilanên xwe yên li dijî Êzidiyan bide meşandin. Êrîşên dewleta Tirk, berdewama komkujiyên DAÎŞ'ê ne û plana ji holê rakirina Êzîdxanê ye.

Bi vê munasebetê, em ji şehîdan re rehmetê, ji birîndaran re şîfayê, ji Êzîdxanê û hemî gelê Kurdistanê re sersaxîyê dixwazin. Her wiha em carek din van êriş û êrişkaran şermezar û mehkum dikin. Ji bo ev cinayetkar bêne darizandin, em ê heta dawiyê, vê dosyayê bişopînin û hesab ji cinayetkaran bipirsin."