KNK: Careke din Cîhan û bi taybetî Ewropa rû bi rûyê krîzeke penaberan dibe!

KNK’ê bal kişande ser trajediya penaberên li Belarûsê û got: “Armanca sereke ya Erdogan û dewleta Tirk ku rê li ber xelkên Kurdistanê vedike da ku herêm ji Kurdan vala bike û demografiya Kurdistanê biguherîne.”

Kongreya Netewî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî îşaret bi trajediya penaberên li ser sînorê Polonya-Belarûsê yên li daristanan asê manî kir û xwe dispêre gotinên rayedarên Yekîtiya Ewropayê û dibêje: “Desthilatdarên dewleta Tirk, Belarûs û Rûsya yê suçdar dikin ku Erdogan, Alaxander Lûkaşenko û Vîlademîr Pûtîn penaberan ji bo armancên xwe weke amûreke siyasî li dijî welatên Yekîtiya Ewropayê bi kar tînin.”

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:

“Bi hezaran penaber, ku piraniya wan kesan penaberên ji Başûrê Kurdistanê, Iraq û Sûriye yê li ser sînorên Belarûs û Polonya asê û bê çare li nav daristanan de mane. Ev rewşa xirab, metirsiyeke mezin li ser jiyana wan penaberan çêdike. Bi hezaran zarok û jin jî di nav de, jiyana wan penaberan di bin metirsîdariyê de ye.

Raydarên Yekîtiya Ewropa di asta herî bilind de, desthilatdarên dewleta Tirk, Belarûs û Rûsya yê suçdar dikin ku Erdogan, Alaxander Lûkaşenko û Vîlademîr Pûtîn penaberan ji bo armancên xwe weke amûreke siyasî li dijî welatên Yekîtiya Ewropayê bi kar tînin.

Armancên van dewletan li beremberî welatên Yekîtiya Ewropa bi çi mexsedê dibe bila bibe, di pirsa penaberan û muameleya ku raydarên dewleta Belarûs û Polonya li dijî penaberan dikin, ji bo mirovahiyê û ji bo jiyana penaberan trajediyek mezine û li dijî mirovahiyê ye. Ev muamele bi ti şêwazî nayê qebûl kirin. Em bangewazî li hemû welatên Yekîtiya Ewropa û kesên xwedî wijdan dikin ku li hemberî van pêkanînên dijî mirovahiyê bêdeng nemînin û çareseriyekê ji bo van penaberan peyda bikin.

Em armanc û mexseda wan dewletên Yekîtiya Ewropa navkirî dizanin. Di salên bihorî de me dît ku dewleta Tirk çawa pirsa penaberên di destên xwe de, weke kartekî li dijî welatên Yekîtiya Ewropa bi kar anî. Di heman demê de em dixwazin bi taybetî bala raya giştî bikşînin ser mexsed û armanca sereke ya Erdogan û dewleta Tirk ku rê li ber xelkên Kurdistanê vedike da ku herêm ji Kurdan vala bike û demografiya Kurdistanê biguherîne.

Armancên dewleta Tirk armancên stratêjîkin ku dixwaze tevahiya Kurdistanê vala bike, demografiya herêmê biguherîne û kes û komên ji pêkhatiyên cudan yên di bin kontrola dewleta Tirk de li herêmê bi cîh bike. Ev stratêjî ji bo demografiya herêmê û Kurdistanê gelekî metirsîdare.

Li gel ku em mexseda dewleta Tirk û rejîma diktator ya Erdogan baş dizanin û baş têdighêjin, dîsa jî em dixwazin bangewaziyê li raydarên Başûrê Kurdistanê bikin ku demildest di vê mijarê de bi cidiyet û bi berpirsariyeke netewî tevbigerin û tedbîrên pêwîst bigrin.

Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ji bo alîkarî û çareserkirina pirsa penaberan, berî ku trajediyên hîn mezintir biqewimin, çi bikeve ser milên me, emê hewl bidin pêk bînin. Bi vê munasebetê şandeyek ya KNK’ê wê di demeke nêzîk de biçe ser wan sînoran û cihê bûyerê û serdana wan penaberan bike.”