KNK: Armanca me ya esasî pêşîgirtina şerê nava Kurdan e

Şandeya KNK’ê ya ku piştî alozî û hewldanên provakatîf ên PDK’ê ya dibe bibe sedemê şerekî muxtemel ê nava Kurdan serdana Başûr kiribû û bi gelek aliyan re civiya, di saetên êvarî de civîneke ya çapemeniyê lidar xist.

Şandeya KNK’ê ya bi pêşengtiya Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs li ser hewldanên provakatîf ên PDK’ê ku her kêlî dibe bibe sedemê şerekî muxtemel ê di nava Kurdan de serdana Başûrê Kurdistanê kir, serdana gelek part, alî, kesayet û rewşenbîran re kir.

Şandeyê di saetên êvarî de li hola Sînemaya Salim a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê konferanseke rojnamevaniyê lidar xist.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeramûs axivî û diyar kir ku di vê serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê de li gel gelek aliyan civiyane û armanca xwe ji bo wan ragihandiye û hemû alî jî bi kêfxweşî li wan û daxwazên wan kiriye. Qeremûs anî ziman ku li gel aliyên PDK’ê dîsa serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Hikûmetê û Serokê Herêmê Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re neciviyane. Qeremûs anî ziman ku aliyê PDK’ê heta niha bersiva daxwaza wan a hevdîtinê nedane.

SÊ XALÊN ESASÎ JI ALIYAN RE HATIYE RAGIHANDIN

Qeremûs di dewama nirxandinên xwe de bal kişand ser sê armancên esasî yên di hevdîtinên xwe de ji aliyan ve ragihandine û wiha rêz kir: Hêzên gerîla û pêşmerge vegerin cihên xwe yên berê, hemû pirsgirêk bi guftogo û nîqaşê çareser bikin û pêşî li serê navxweyî bê girtin.

PKK’Ê JI BO ÇARESERIYÊ GOT: ‘AMADE ME’

Hevserokê KNK’ê Qeremû anî ziman ku di hemû hevdîtinan de nêzîkatiyên erênî hebû û diyar kir ku ji ber merc û rewşa aloz a li herêmê şandeya wan nekariye li gel PKK’ê bicive û got: “PKK’ê bi peyamekê anî ziman ku ji bo çareseriyê amade ne ku rûnin ser mêzeyê gutûgoyê.”

HEVDÎTIN BI PDK’Ê Û RÊVEBERÊN HIKÛMETÊ RE NEHATIYE KIRIN

Qeremûs bal kişand ser helwesta PDK’ê û diyar kir ku heta niha ti bersivek ji bo peyama wan a hevdîtinê ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî û dîsa Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî nehatiye dayîn. Qeremûs hêvî kir ku bersivek bê dayîn û peyama wan jî bi raya giştî re parve bikin.

TIRKIYE SEDEMÊ ALOZIYAN E

Qeremûs daxuyakirin ku sedemê aloziyên di navbera pêşmerge û gerîlayan de dewleta Tirk e. Qeremûs got, dewleta Tirk dixwaze van herêman dagir bike, bi pîlan û stratejiya xwe dixwaze Başûr û Rojava dagir bike. Qeremûs hêvî kir ku demek nêzîk dawî li van aloziyan bê anîn û her du alî li ser maseyê guftûgoyê rûnin.