KJK: Em bi sloganên Jin, jiyan, azadî dakevin qadan

Koordînasyona KJK’ê: Em bang li jinên li her dera dinyayê dikin ku bi slogana Jin, jiyan, azadî dakevin qada û bi hev re faşîzm, êşkence, tecrîd û qirkirinê têk bibin.

Koordînasyona KJK’ê derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, salvegera 44’emîn a avabûna PKK’ê û berxwedanên bi pêşengiya jinan nirxandinek weşand.

Di nirxandina KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Beriya her tiştî di van rojan de ku 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê nêz dibe, di serî de xwişkên Mîrabal em hemû jinên ku ji bo afirandina jiyana azad têdikoşin bi hezkirin û rêzdarî bibîr tînin. Em careke din bi bîr tînin ku pêwîst e em nirxên jinên ku bi dirûşmeyên ‘Jin, jiyan, azadî’ têdikoşin biparêzin û em jin li dijî zîhniyeta mêtînger û desthilatparêz xwe di têkoşîna azadî û wekheviyê de îfade bikin. Di vî warî de em bang li jinan dikin ku li her qadên têkoşînê divê em hay ji têkoşînê hebin û bi vê wesîleyê em bang li jinan dikin ku werin qadên têkoşînê.

EM SALVEGERA AVABÛNA PKK’Ê PÎROZ DIKIN

Em ketin hefteya pîrozbahiya salvegera 44’emîn a partiya me PKK’ê ku bi ruhê azadiyê yê gelê Kurd, jinan, gel û baweriyên cuda rê li ber berxwedanê vekir û bi hebûn û têkoşîna xwe re hêvî zindî kir. Di van rojên ku em ê têkevin sala 45’an a partiyê de, têkoşîna di pêşengiya PKK’ê de vejîna gelê Kurd geş kir, nirxên mezin li gelê Kurd, jin û mirovahiyê zêde kir û rê li ber jiyaneke bi rûmet vekir. Bi vê wesîleyê em salvegera avabûna Partiya me PKK’ê ku roja vejînê ye, di serî de li Rêberê xwe, li girtiyên azadiyê, li hemû gelê Kurd ê bi rûmet, jinên berxwedêr, ciwanên berxwedêr û mirovahiyê pîroz dikin.

Em berxwedana gerîla ya ku li qadên Avaşîn, Metîna û Zapê nirxên mezin li dîroka azadiya gelê Kurd zêde kirine, şerê hebûn û azadiyê dimeşînin silav dikin. Em salvegera 45’emîn a PKK’ê li fermandarî û pêkhateya PKK'ê ya HGP-YJA STAR'ê ku li hemberî hemû teknîka dijmin, li dijî çekên qedexe û çekên kîmyewî, di şert û mercên herî dijwar de bi îradeyeke mezin li ber xwe dide, pîroz dikin.

EM LI SER SOZA XWE YA JI BO ŞEHÎDAN IN

Em avabûna PKK'ê ya ku ev çil û pênc sal in têdikoşin, pêşengiya pêşketinên mezin ên şoreşgerî dike, nirxên şoreşê bilind dike û diparêze, çanda şoreşger didomîne û di vî warÎ de bûye dîrok û nemir û partiya şehîdan, li malbatên şehîdan pîroz dikin. Em di şexsê Sakîne Cansiz a ku di salên damezrandina PKK'ê de yek ji jinên yekemîn bû, şopa Terteleya Dêrsimê di jiyan û têkoşîna xwe de hilgirt û bi çîrokên Dêrsîmê mezin bû, hemû şehîdên Kurdistanê pîroz dikin. Ji bo şopandina rêya heqîqetê ku rêheval Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hakî Karer, Hayrî Durmuş, Zîlan, Delal Nûrhak, Bêrîvan Zîlan, Delal Amed, Nagîhan Akarsel, Baz Mordem, Sara û Rûken û ji bo ku em têkoşîna wan bigihînin serfiraziyê û xeyalên wan pêk bînin, em soza xwe careke din dubare dikin.  

XETA RÊBERTÎ JI BO MIROVAYETIYÊ BÛYE RÊYEK

Rêbertiya me, di serdemeke ku faşîzm di lûtkeyê de bû, bi biryarên dîrokî re, tevî şert û mercên serdemê û hovîtiyên meyla dijmin, gavên destpêkê yên têkoşîna azadiyê avêt û 45 sal berê xwe da avakirina PKK'ê. pêşî. PKK û tevgera Kurd ku bi têkoşîna rastiya Rêbertiyê bi taybet di pêşengiya PKK'ê de bi dirûşmeya ‘jin, jiyan û azadî’ re berdewamiya xwe bi dest xist, tevgera azadiya jinê karîbû bibe tevgereke ku bang li jinên cîhanê dike û ji cîhan, gelan û bindestan û ji bo mirovahiyê bû hêviyek. Di vî warî de ji bo mirovahiyê bûye rêyek. Rastiya Rêbertiyê li ser xeta şoreşa azadiya jinan domdar bûye û veguheriye tevgera jinan û gelan a bi milyonan. Rêbertiya me bi ked û hewldaneke pir mezin ligel ku rastiya gel a ku êdî ne xwe bû, gel bûbû biyaniyê ziman û çanda xwe, wî xwe spart vî gelî vejîn pêk anî.  Heqîqeta Rêbertiyê gelê Kurd, jinên Kurd ên ku bi windakirina her tiştî re rû bi rû mane, ji xwe dûr ketine û hêviya xwe winda kirine, li Kurdistanê ya ku “pelek jî nedihejiya” vejand. Kesayetiyeke jinên azad, xwedî îrade, mirovên azad, ji xwe bawer, xwedî vîn, têkoşer ên fedakar afirand. Ev der bûye cihê ku bi hezaran keç û xortên leheng xwe lê dîtine û xwe îfade kirine. Bi taybetî jî dema ku hesreta azadiyê ya jinên Kurd bi hişmendiyê re rû bi rû ma, ji bo xwe bibe kete nava têkoşînê. Di vî warî de PKK di heman demê de tê wateya têkoşîna jinan a xwebûnê. Gotina Rêbertiyê ya “PKK partiya jinê ye” jî vê rastiyê bi awayekî balkêş piştrast dike.

BI PÊŞENGIYA JINÊN KURD BERXWEDAN GEŞ DIBE

Di vê demê de ku em şahidiya berxwedanên jinan dikin ên ku bi taybet di pêşengiya jinên Kurd de belav bûne û geşedanên şoreşgerî diafirînin ligel têkoşîn û berxwedan didome jî, faşîzm jî bênavber êrîşî jinan dike. Di vî warî de gelê Kurd û jinên Kurd, gel û baweriyên cuda, çand û zimanên cuda di bin êrîşên dijwar ên faşîzmê de dijîn. Şîdet û faşîzma li ser jinê bi taybetî di qadên leşkerî û bîrdozî de ne. Şerê taybet û qirêj bi faşîzm û şîdetê barkirî ye û karakterê van êrîşan dixwaze di şexsê jinê de civakê tune bike. Di vî warî de li gorî pêşbîniyên me wê sedsala 21’emîn bibe sedsala têkoşîn, berxwedan û serhildana jinan. Jinên Kurd wê pêşengiya têkoşîna jinan a sedsala 21’an bikin. Divê jinên cîhanê bi taybetî jinên Kurd xwe ji têkoşîna ku di sedsala 21’an de bi pêşengiya jinan geş bibe, amade bikin. Bi taybetî di her qada jiyanê de divê têkoşîna afirandin, xurtkirin û parastina jinê û jiyanê di her qada jiyanê de bê dayîn.

TÊKOŞÎNA JINAN DIVÊ DI HER ALÎ DE XWE WERE GEŞKIRIN

 Zilamên serdest, hêzên olî û îdeolojiyên dewletê rê nadin ku jin weke heyîneke civakî, weke heyîna ku civakbûnê diafirîne bijî. Li ser jinan îstîsmar, êş, windahî, zext, bêhêvîtî, bêhêzbûn, jiyaneke ku pêşiya xwe nabîne û xeyalan nake tê ferzkirin. Jina ku li ber xwe dide, têdikoşe, li mafên xwe digere û jiyana azad digere ji aliyê pergalê ve weke dijmin tê binavkirin û kuştina wê ferz tê dîtin. Di vî warî de em jin divê li dijî van hemû ferzkirinan li her qadê xebatên xwe yên rêxistinî xurt bikin da ku em têkoşîna jiyana azad bi qasî ku tê xwestin û pêwîst, di jiyana civakî û çandî de nîşan bidin. Ji bo serdemê li dijî zîhniyet û polîtîkaya serdest a mêr meşandina têkoşîneke plankirî, pêşxistina hişmendiya xweparastinê ya di hemû qadên jiyanê de û avakirina pergala wê girîngiyeke jiyanî ye. Bi taybetî jî pir girîng e ku di civakê de valahiyek neyê hiştin yan na wê mêtingerî û feraseta serdest a mêr bi hêsanî xwe tê de bi cih bike û zext û tundiya li ser jinê zêde bike. Divê em êrîşên dijwar ên pergala serdest a mêr a li hemberî jinê weke êrîşeke li dijî civakê binirxînin û bi hişmendiya xweparastinê xwe bi rêxistin bikin. Divê em bi girtina kûrahiya teorîk û îdeolojîk, bi rêbazên ku wê bigihêjin encamê, afirîneriya têkoşînê bi sebir nîşan bidin. Ji ber ku pirsgirêkên ku em di nava civakê de bi giştî, bi taybetî jî weke jin dibînin, bi krîz û kaosa cîhanê ya di wateya sîstematîk de tê jiyîn hîn girantir in û bi zêdebûn û kûrbûna pirsgirêkên jîngehê re, divê em têkoşîna xwe bidomînin û têkoşîna xwe xurt û mezintir bikin. Şîdet ji ku û çawa derbasî jiyana me dibe û heta çi radeyê xwe dide der di kîjan qadên jiyanê de ye, divê li gorî îro baş were fêmkirin. Diyardeya şîdetê ya ku em her kêlî, her saniye, di her qadên jiyanê de pê re rû bi rû dibin, bi kîjan saziyan xwe diafirîne û bandoreke çawa li civakbûn û mirovahiya me dike? Helbet ev tişt bi qonaxên têkoşîna jinê ya îroyîn hatine fêmkirin.

JINÊN KURD DI QADÊN LEŞKERÎ, SIYASÎ Û CIVAKÎ DE ALAYA BERXWEDANÊ BILIN DIKIN

Ji bo jinan dîrokek pir mezin heye ku bi mîrata serpêhatî û tecrubeyên jinên cîhanê tê zindî kirin û xwedî lê tê derketin. Îro ev mîras û serpêhatî her ku diçe mezin dibe û nirxek girîng a azadî û kombûna jinê her ku diçe geştir û xurttir dibe. Di şerê mezin ê azadiyê û têkoşîna rûmetê de cîhan û mirovahî dibe şahidên pêşengiya jinên Kurd ên ku hişmendiya bûyîna xwe zêde kirine û domandine. Jinên Kurd di qadên leşkerî, siyasî û civakî de ala jiyana azad û berxwedanê bilind dikin. Îdeolojiya Rêbertî û têkoşîna azadiya jinê, 5 hezar sal in jina ku di nava malê de hatiye asêkirin, kesayeta jinê ya ku karê wê xwarin û xwedîkirina zarokan e, xizmetkirina mêran û hilberîna koletiyê ye, dikuje. Di şûna wê de kesayeta jin a ku siyasetê dike, siyasetê pêş dixe, ewlekarîyê diparêze, îradeyê bi dest dixîne, xwebaweriyê pêş dixe, di her kêliya jiyanê de û li her derê ji bo afirandina jiyana azad têdikoşe û hişmendiya xwebûnê werdigire, afirand. Di vî warî de jin bi birêxistinkirina jiyana xwe, civakîbûna xwe, bi rêxistinbûna xwe li her derê, bi parastina xwe dikare têkoşîna xwe bidomîne. Divê jin li dijî zîhniyeta desthilatdar, olî û zilamsalar bi pêşxistina sîstema xweparastinê, ji hemû şerên taybet û qirêj ên îro tên meşandin, heta hemû rêbaz û meylên tundiyê, îradeya misogerkirina hebûna xwe ya azad nîşan bidin.

BI XWEPARASTINÊ WÊ AZADBÛNA JINÊ PÊK BÊ

 Azadbûna jinê, pêvajoya ku em tê de ne, bi têkoşîna xweparastinê ya di çarçoveya sedsalê de wê pêk bê. Ger em dixwazin weke jinên azad bijîn, rêya hebûnê ya ku em armanc dikin, bêyî xweparastin pêk nayê. Îrade û hewldana hebûnê şertek e ku di hemû zindiyan de daxwaza jiyanê tê pênasekirin. Teoriya gulê ya Rêbertî di xweparastinê de diyar dike pir balkêş e. Dema ku em bi bêhn, reng, celeb û taybetmendiyên wan ên cihêreng li wan dinêrin ji hêla piraniya me ve wekî xweşik têne şîrovekirin. Lê gul jî ji cureyek kulîlkan wêdetir e. Stiriyên gulê jî hene. Yanî gul ji bo ku wek xwezayeke zindî hebe û xwe zindî bihêle xwe bi stirên xwe diparêze. Li vir parastina hebûna xwe û parastina xwe, taybetmendiya bingehîn a her zindiya xwezayê ye. Di doza gulê de heke encamên bêhêziyê were nirxandin wê were dîtin ku bedewî û xweşikî bi tena serê xwe nikare bijî. Encama ku em ê li vir bigihînin ev e ku her zindiyek xwedî mekanîzmayên xwe yên parastinê ye ku li ser bingeha hişê hîskirinê ve girêdayiye. Gul, çûk, ba, av, ax xwedî ruh û hiş in. Û wek xwezayeke zindî, mekanîzmayeke parastinê heye ku xwe bidomîne û hebûna xwe biparêze. Lê ji bo mirovan, ev pênase bi serê xwe têr nake. Ji ber ku mirov weke zindiyek xwedî cewhereke cuda ye, îrade, hewldan û daxwaza mirov dibe sedem ku bi kirinên cuda veguherîne hebûnê. Ev ji bo me jinan pirsgirêkek girîngtir e. Divê jin li hemberî pergala zilamê serdest hebûna xwe, azadî, civakbûn, çand, ziman û baweriyên xwe biparêze, hebûna xwe pêk bîne û bi pêşveçûna xwe ya berdewam bike. Di vî warî de divê jin rêxistinbûna xwe ya alternatîf a orjînal û xweser misoger bike. Ew dikarin bi mezinkirina rêxistinên xwe û başkirina sazîbûna xwe mekanîzmayên xwe yên parastinê peyda bikin. Divê di qadên perwerde, aborî, tenduristî, çand, ewlekarî, zanist, ol û baweriyê de xwe bi rêxistin bikin û saziyên alternatîf ên demokratîk û azad ava bikin. Ev tişt wê bibin sedema hebûna wan, temînata wan. Xweparastina herî bingehîn a jinê wê bi rêxistinkirina wê pêk were.

Li dijî tundî, bêedaletî, talankirin, wêrankirin, astengkirina azadiyan û înkarkirina wan, divê xebatên xweparastinê ji bo jinên Kurdistan û cîhanê xebatên sereke bin. Bi giştî pergala kapîtalîst û bi taybetî jî rejîma faşîst a olî ya AKP-MHP’ê bi fuhûş, tiryak, polîtîkayên sîxuriyê û rêbazên şerê taybet hewl dide civakê pûç bike, tasfiye bike û biqedîne. Bi êrîşên li dijî nirxên exlaqî û polîtîk ên ku civak hebûna xwe li ser esasê xwe dispêre, civak aniye ber kendalan. Bi dîtin û zanîna vê, pêwîst e ku lêkolînên pêvajoyê bên kirin û li gorî wê çalakî bên pêşxistin. Her wiha pêwîst e ev yek bi hemû derdorê re were gotin û nîqaşkirin, pêwîst e ji hemû derdorên demokratîk û komên azadîxwaz re, bi taybetî ji Kurdan re were vegotin û civak li dijî van lîstikên şerê qirêj û taybet rabe. Li dijî polîtîkayên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li her derê berxwedan, şerkirin; teşhîrkirina dejenerekirin, bêrûmetkirin û biçûkxistinê çalakiya herî pêwîst a pêvajoyê ye. Ji ber van sedeman ji bo pêşxistina berxwedanê, parastina jin û jiyana jinê, afirandinên civakî yên li ser esasê jinê, li dijî ji holê rakirin û pûçkirina planên tasfiyeyê yên li ser jinê û civakbûna jinê hatine pêşxistin, xweparastin divê were geşkirin. Bêguman tenê bi pêşxistina mekanîzmayeke xweparastinê wê li hemberî sîstem û dewletên olî, desthilatdar, faşîst, dij jin û dij-civakî li ber xwe bidin. Em weke gel û jinên Kurd di vî warî de gelên xwedî ezmûn û tecrube ne. Em weke gelên ku bi îrade û îradeyek mezin şoreşa jinê bi rê ve dibin, tenê bi ezmûn û tecrubeyan re sînordar namînin û îdiaya afirandina civakeke hişmend dikin, em bi pêwîstiya xweparastinê bawer in.

ŞERÊN HEYÎ BERHEMA AQILÊ MÊRAN E

Rejîmên serdest xwedî desthilatdariya mêr in. Şerên heyî, şerê aqlê mêr in. Jin li hemberî van mijaran pêwîst e destpêkê xwe û civakê perwerde bike û hişyar bikin. Bi perwerdeyê re kûrkirina veguhertina zihniyeta civakê jî awayek yê xweparastinê ye. Bi taybet pêwîst e civak li ser mijarên ku şer berhemê aqlê mêr e, tundî di hestên mirovî de tune ye û mirov çawa, li ku û di kijan şert û mercan de tundî û şer dibîne, hişyar bibin. Ev yek jî divê di çarçoveya parastina civak û jinê de bê kirin.

Di vê pêvajoyê de her xebat, rêxistinkirin, perwerde û xebatên mîna van divê li ser esasê hişmendiya xweparastinê û bi têgihiştina rêxistinkirina şerê gel ê şoreşgerî be. Di vê wateyê de rastiya PKK’ê û Rêbertiyê di şexsê jina Kurd de bû sedema hişyarbûna jinan. Tevgereke jinan ku ketiye ferqa tiştên ku dijî û xwe mîna hişmendî, hebûn û jiyanê pênase dike û têkoşîna vê di asta jor de dimeşîne, ava kir. Ket ferqa tiştên ku li wan tê ferzkirin û jinên cihanî ji bo têkoşîna vê yekê seferber kir. Bi taybetî bi têkoşîna xwe bû sedema çareserkirina krîzên civakî û eşkerekirina sedemên krîzên hawirdor û sîstemê. Li gel van hemûyan jî di jinan de rastiyekî muezem a têkoşîneke afirand. Di şexsê jina Kurd de, hişt ku jin xwe mîna jiyanê pênase bike û ji nû ve şîrovekirina jiyanê re bi pirsên ku divê çawa be xwe gihand wateya jiyanê. Di vê wateyê de serhildana ku bi taybetî di pêşengiya jinên Rojhilat û Îranê de pêş ket, îro di aliyê nîqaşên şerê gelê şoreşgerî û xweparastinê de mînakekî berbiçav, bibandor û zindî ye. Serhildana ku bi qetilkirina Jîna ku ji ber ku navê wê Kurdiye nehat qebûlkirin û navê Mehsa lê kirin, zêdeyî 2 meh in didome û hin jî mîna roja ewil zindî ye. Dewlet û rejîmên faşîst, desthilatdar, bi saya van serhildanan fêm kirin ku ew ê bi erzanî nêzî jiyana jinan nebin. Piştî van serhildanan ne tenê li Îranê, li her derê cîhanê, ti dewlet û sîstem wê newêribe destê xwe dirêjî mafê jiyanê ya jinan bike. Serhildanên jinên Rojhilat û Îranê di vê wateyê de mînaka şerê gel û xweparastinê ye. Divê ev şêweyê serhildanan jinan li her cihê ku li ser jiyana jinan biryar tê girtin û jiyana wan dikin xeteriyê, hebe. Ev yek li hemberî qetlîamên jinan, êrîşên li ser civakê û li hember talana xwezayê weke mînaka têkoşîna şerê gel xweparastinê bê dîtin. Di vê wateyê de erka me ye ku em serhildana jinan ên li Rojhilat ku di rêya şoreşa jinan de mîna zivirînekekî giring û qonaxeke dîrokî binirxînin û ev helwesta wêrek û bibiryar derbasî di zemînekî rêxistinkirî û siyasî bikin.

Em jin pêwîst e îsal 25’ê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhan li qadan bi xwedîderketineke xurttir pêşwazî bikin. Divê cîhan bi pêşengiya jinan li hemberî her cure tundiyê rabe û helwesta xwe raber bike. Bi vê wateyê em bang dikin ku 25’ê Mijdara îsal bi hest û atmosfera serhildanên jinan ên li Rojhilat û Îranê ku belavî her derê dibe, pêşwazî bikin. Em bang li jinên ji hemû gel, bawerî, çand û zimanên cuda ku dilê wan ji bo azadiyê lêdixe dikin, bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ derkevin qadan û mil bi mil bi têkoşînê re êşkence, tecrîd, faşîzîm û komkujiyê têk bibin.