Kişanak: Hikûmet hatiye rewşekê ku alîkariyê ji sergoyê darbekaran dixwaze

Siyasetmedar Gultan Kişanak diyar kir ku li pişt heyeta dadgeha doza Kobanê "qesr" heye û got, "Em ê kesên ku dîrok berovajî dinivîsin teşhîr bikin da ku têbînîyeke rast li dîrokê binivîsînîn. Bila dadgeha we xwe ji navberê derxîne.”

Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên Desteya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de 21 jê girtî, bi giştî 108 kes ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên 6-8’ê Cotmeha 2014’an li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê pêk hat tên darizandin. Rûniştina 13’emîn a dozê li salona edliyeya Kampusa Girtîgeha Sîncanê di roja 8’emîn de dewam dike.

Ji bilî wekîlên HDP’ê, gelek parêzer jî beşdarî rûniştina dozê ya li 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin bûn.

Piştî navberê rûniştina dozê bi îfadeyên Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku qeyûm li şûna wê hat danîn, berdewam kir. Kişanak diyar kir ku di mutalaeya dozgeriyê de ji bo wê guhertinek hatiye kirin û wiha got: “Îfadeyek ya di derbarê min de ji dosyayê hatiye derxistin. Bi dîtina min ji ber ku ev eşkere ye ku bêbingeh e, lê bawerim heman tişt ji bo îfadeyên şahidên veşartî Ûlaş û Mahîr jî derbas dibe."

‘BELGEYÊN SEXTE WEKÎ DELÎL NÎŞAN NEDIN’

Kişanak anî ziman heta ku dozgerê Doza Kobanê Ahmet Altûn xwe li îdianameyê zêde nekir ji sala 2014’an û heya niha derbarê mijarê tu îfade jê nehatiye girtin û got, "Ji bo min di girtîgehê de bihêlin hincetên nû dernexin. Tevlîbûna min a siyasetê jî ji bo we sedema destgîrkirinê ye. Van belgeyên sexte wekî delîl li vir nenivîsînin. Ger rûyê we sor nabe ez nikarim tiştekî bibêjim.”

‘SERÊ MIN BILIND Û ENIYA MIN VEKIRIYE’

Kişanak anî ziman ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ji sala 2015’an û vir ve li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li nelirêtiyên li dijî xwe digere û diyar kir ku tevî vê yekê jî wî nekarî tiştekî bi dest bixe. Kişanak got, “Serê min bilind e. Eniya min vekirî ye. Min erka xwe kir û xizmeta gelê xwe kir. Bi vê boneyê ez spasiyên xwe yên bê dawî ji gelê Amedê re pêşkêş dikim. Bi qasî ku ji destê min hat min bi feraseteke şaredariyê ya rast û zelal xebitî. Ka ji Wezareta Karên Hundir bipirsin. Wan bi sedan lêkolîner şandin. Heta biryara dadgehê jî heye ku min di dema şaredariya xwe de derfet ji rêxistinê re veneqetand. Ma ev jî têra we nake? Ji we re peywira berdewamkirina derewan hatiye dayîn."

Kişanak wiha berdewam kir: “Tu kes nikare min ji ber fikrên min darizîne. Ne hedê kesî ye. Ger hûn ê vê yekê bikin, dilpak bin û eşkere bibêjin. Ne hewce ye ku qulpek din bibînin. Di îdianameyê de mitîng û daxuyaniyên ku ez beşdar bûmê hene. Ev mafên min ên herî bingehîn in. Ji ber vê yekê kes nikare min darizîne.”

‘LI PIŞT WE QESR HEYE, BILA DADGEH JI NAVBERÊ DERKEVE’

Kişanak bertek nîşanî guhdarkirina îfadeyên şahidan a beriya parastin bên kirin jî da û wiha got: “Hûn bi awayekî derqanûnî li şahidan guhdarî dikin. Wekî din, hûn vê yekê bi hinceta "ew naxwazin parastinê bikin" pêk tînin. Em dixwazin parastinê bikin. Ji bo ku dema me ya parastinê kurt bikin, tevî ku li dijî rêgez û qanûnê be jî, hûn bêyî ku destûrê bidin parastinê, zextê li şahid û gilîkaran dikin. Paşê hûn li xwe dizivirin û dibêjin: “Çima heyeta dadgehê dikin mijara nîqaşê?” Qesr li pişt we ye. Tiştê ku em ê bi rêya we ji wan re bibêjin, em dibêjin. Xwezî Serokomartiyê li şûna vê îdianameyê biryarnameyek ku me bixista girtîgehê derxistiba. Bila dadgeha we xwe ji navberê derxîne.

EM Ê YÊN DÎROKÊ BEROVAJÎ DINIVÎSÎNIN TEŞHÎR BIKIN

Ji nan zêdetir pêwîstiya vî welatî bi aştî û demokrasiyê heye. Ji ber vê yekê me xwest ev pêvajo bi pêş ve biçe. Lê me bi tenê nekir. Ji ber vê yekê gotina me qut nekin. Ez dixwazim pêvajoyê ji serî heta dawiyê vebêjim. Ya rast ew e ku hemû aliyên pêvajoyê bi rastî û nerastiyên wê li cihek birûnin û li ser “me li ku derê xeletî kir” nîqaşan bikin. Em hîn jî vê yekê diparêzin. Lê eger di vê pêvajoyê de bi darizandina kesên ku siyaseta demokratîk dimeşînin ji bo xwe desthilatdariyek ava bikin, em nikarin ji vê yekê jî bibêjin eywela. Pêvajo çawa hat rêvebirin? Kê kevir danî pêşiya wê, kê hewl da? Em ê di parêznameyên xwe de van ji raya giştî ya Tirkiyê re bibêjin. Em ê bi gotina ‘Me ceza nekin’ xwe neparêzin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyeke civakî heye. Em ê ji vir heta ji destê me bê em ê biaxivin. Ji bo rast nîşankirina dîrokê, em ê kesên ku dîrokê berovajî dinivîsînin teşhîr bikin.

HIQÛQ JI SERGOYÊN DARBEKARAN DERNAKEVE

Desthilat hatiye rewşekê ku alîkariyê ji sergoya komployên darbekaran dixwaze. Berê jî digotin ku ew nikarin serî lê derxînin. Niha ji sergoyê wan belgeyan peyda dikin û didin ber me. Xwelî li wan. Ez bang li heyeta dadgehê dikim; hiqûq ji sergoyê derbekaran dernakeve. Mîna ku em bi dîwêr re dipeyivin. Em behsa gelek tiştan dikin. Em delîlan pûç dikin, lê hûn mîna ku tiştek neqewimî be berdewam dikin. Ger hûn dixwazin beriya hilbijartinê derbarê me de biryarek bidin û ‘alîkariya îktîdarê bikin’ zû bidin. Ji bo me pirsgirêk nîne. Em ê pêşeroja xwe ya demokratîk, aştiya xwe ya civakî li ser heqîqetê ava bikin û komployên we vala derxînin.”

Kişanak diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ya ku ji Peymana Stenbolê vekişiya hemû destkeftiyên jinan hedef girt û got, “Silav ji jinên ku ji bo ji nû ve kirina Peymana Stenbolê weke destkeftiyên jinan têdikoşin. Em dixwazin di pêşeroja xwe de xwedî gotin bin.”

‘EM Ê JI NASNAMEYAN RE RÊZÊ BIGIRIN’

Kişanak ragihand ku li Tirkiyeyê gelek pirsgirêkên demokrasiyê hene û got, “Her kes ji nasnameyekê zêdetir heye. Egoya min nikare çandên din tune bike. Ger em bixwazin bibin ‘em’, em ê rêz li hemû nasnameyan bigirin. Kesek hewl dide wê egoyê pir mezin bike û hemû nasnameyan ji holê rake, lê em hene û em ê hebûna xwe bidomînin. Mane û nîqaş dikin. Heger Kiliçdaroglû bibe namzed qaşo wê ji bo Sunniyan bibe xeter. Bi tevahî derew e. Di nav gelê me de pirsgirêkek wiha tune. Divê kesên bindest ji bo wan şer bikin. Li aliyê din Elewiyên bindest jî divê bêjin ‘ez Elewî me’ û derkevin kolanan."

Piştre endamê PM’ê yê HDP’ê Mesût Bagcik axivî û diyar kir ku ew şahidên derbarê wî de îfade dane qebûl nakin û daxwaza berdan û beraatê kir.

PARÊZER OZDOGAN: ŞAHID TÊN ARASTEKIRIN

Parêzera Pervîn Odûncû Zeynep Sedef Ozdogan mafê axaftinê girt û bal kişand ku serokê dadgehê şahidan araste dike. Ozdogan rexne li girtina mîkrofonên parêzeran girt û got, “Mîkrofona serokê dadgehê her tim vekirî ye. Ligel vê yekê, ew dikare bi hêsanî dengê xwe bilind bike. Yê ku zextê li şahidan dike serokê dadgehê ye, ne parêzer. Şahid tiştên dizane dibêje. Ligel vê jî serokê dadgehê bi arastekirina şahidan bersûcan hedef nîşan dide. Desteya darizandinê hukmê qanûnê li ser teşhîs binpê dike. Ne pêkan e ku mirov vê yekê wekî darizandinek adil û rast bi nav bike” û daxwaza berdana Pervîn Odûncû kir.

PARÊZER BAYRAKTAR: DI VÊ DOZÊ DE DU ALÎ HENE

Piştre parêzer Kazim Bayraktar mafê axaftinê girt û got, “Dozgerî, heyeta dadgehê û em û muwekîlên xwe siyasetê dikin. Dema em li vir hewl didin têkiliya siyaset û hiqûqê ava bikin, em dibêjin ku ev xebat bi fermana hikûmetê tê meşandin. Têkiliya ku we di navbera siyaset û hiqûqê de çêkiriye ne diyalektîke. Ji bo we qanûn ji formalîteyê wêdetir naçe. Di dema ku AÎHM bi tundî dibêje tu eleqeya twîta HDP’ê û bûyeran tune ye, hûn hewl didin îfadeyên ne li gorî şahidan bên girtin. Dema ku ev şahid tên guhdarîkirin jî em bêyî dudilî dibêjin ‘di vê dozê de du alî hene’. Li aliyekê dadgeh û dozgerî hewl didin derbarê bersûcan de delîlan kom bikin, li aliyê din jî siyasetmedar û parêzer hewl didin li hemberî wan parastinê bikin.” û daxwaza berdana muwekîlên xwe kirin.

Piştî îfadeyên Bayraktar danişîn 15 deqeyan taloq kir.

PARÊZER YÎGÎTER: ZIYAFETEK A EWLEKARIYÊ YA BI ZANEBÛN

Piştî navberê parêzer Cenk Yîgîter diyar kir ku Îsmaîl Şengul nexwest daxwaza berdana xwe bike û di qonaxa heyî de kelecana xwe winda kiriye. Yîgîter bal kişande ser îfadeyên polîsên gilîkar ên di rûniştina berê de derbarê çalakiyên protestoyî yên ji bo Kobanê ya li Çaldiran a Wanê de îfade da û got, “Em dizanin ku emniyet çawa dixebite. Di bûyera ku memûr behsa vê kirî de hemû ekîb ji Wanê hatin belavkirin û navend hat valakirin. Tişta ku di 6-8’ê Cotmehê de qewimî tenê bi protestoyên demokratîk nayê ravekirin. Gelek faktorên din ketine nava tevgerê û nehatine zelalkirin. Ziyafetek ewlekariyê ya bi zanebûn hate afirandin.”

Yîgîter diyar kir ku îfadeyên şahidên veşartî li hev nayên û got, “Şahid Kerem Gokalp ê ku li ber çavan hat guhdarkirin, dawî li van çîrokan anî. Wek kesekî ku di tevahiya wê pêvajoyê de di navenda rêxistinê de bû, nekariye têkiliya di navbera HDP û PKK’ê tespît bike.”

‘TIŞTEKÎ BI NAVÊ XWEPÊŞANDANA ÇEKDARÎ TUNE YE’

Yîgîter ragihand ku di warê hiqûqa ceza de sûcê ku ji bo endamê berê yê MYK’ê yê HDP’ê Îsmaîl Şengul hatiye îdiakirin biryara parvekirina twîtê ya 6-8’ê Cotmehê ye û got, “Sengul jî tevlê biryara MYK’yê bûye. Lê dîsa jî talîmatek ji MYKê re hat. Di vê mijarê de Şengul di vê talîmatê de li ku ye? Banga derketina derve ye. Armanc protesto ye. Wateya wê li hemû cîhanê zelal e. Tiştekî bi navê xwepêşandana çekdarî tune ye. Hemû vîna Şengul li ser vê bangê ye. Her wiha dosyayek têkildarê terorê yê li ser Şengul jî tune ye. Yîgîter bi bîr xist ku Şengul ji mala xwe hatiye destgîrkirin û ji ber ku gumana revê tune ye xwest Şengul bê berdan.

Piştre parêzer Kenan Maçoglu, bi bîr xist ku biryara destgîrkirina îdarî ya ji bo şahid Kerem Gokalp ne di cih de ye û got, “Tevî ku Gokalp di lêpirsîna Kobanê de ne gumanbar bû jî, dozgeriyê daxwazname da û wî li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê derbarê bersûcan de îfade da. Di biryara xwe ya maqûl de, divê hûn diyar bikin ka delîlên we li gorî qanûnê hatine bidestxistin an na. Divê hûn nameya daxwaza dozgeriyê ya derbarê Gökalp û biryara dadgehê de bibînin. Ev di dosyayê de nîn in. Tevî ku pêwîste hûn bînin lê hûn belgeyên ku dozger veşartinî diveşêrin.”

NAYÊ ZANÎN KA ÎFADEYÊN ŞAHIDÊN VEŞARTÎ ÇAWA HATINE GIRTIN!

Maçoglû anî ziman ku şahidê veşartî ABC123 bi awayekî korsan hatiye guhdarîkirin û got, “Ne diyare îfadeya ku jê hatiye girtin çawa, li ku û bi çi rengî hatiye girtin. Eger ev nebin, vêçaxê ev delîl wê bibin delîlên ku li gorî qanûnê nehatine girtin. Ji ber vê sedemê hûn nikarin di hincetên domkirina girtîmayînê de pişta xwe bidin Kerem Gökalp û ABC123’an. Hûn wan bikar tînin ji ber ku tiştekî din tune ye.”

Parêzer Çîgdem Kozan jî bi bîr xist ku heyeta dadgehê pirsên parêzeran ên derbarê şert û mercên rûniştina şahidan de red kir û got, “Divê hûn qeyd bikin ku îfadeya şahidê veşartî li ku hatiye girtin. Ev agahî ji şahidê nepenî re eşkere nabe.”

BIRYARÊN DMME’YÊ DI DADGEHA JI BO DOZA KOBANIYÊ NE DERBASDAR IN!

Kozan a di derbarê mitaleaya meqama îdiayê de nirxandin kirin ev gotin li axavtina xwe zêde kirin: “Dozgêr di mitaleaya xwe de li ser biryara navbeynê û daxwazên me nirxandin kirine. Bêyî tu daxwazê kirina nirxandineke wiha ecêb e. Ji dadgehê re dibêje ‘dev ji vê biryara xwe bernede.’’ Dozger nirxandinên xwe li ser gotinên şahidan jî kirine û nivîsiye ku şahidan bi piranî dev ji îfadeyên xwe yên berê berdane.’’ û pirseke wiha kir: “Me guhdariya heman şahidan kir?’’ Kozan bal kişand bi ser wê yekê de ku KCD di mitaleayê de tê îlegalîzekirin û da zanîn ku biryarên DMME’yê yên ku KCD’ê wek rêxistineke îlegal nabîne hene lê behsa van biryaran di dadgehê de nabe.’’

ÎFADEYÊN ŞAHIDAN JIBERKIRÎ Û RAZBER IN

Kozan derbirî ku îfadeyên şahidên nepen ên li ser aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Atayê nakok in û bal kişand bi ser wê yekê de ku beyanên şahidên veşarî razber û jiberkirî ne. Kozan ragihand ku Akat Ata di çarçoveya derbirîna azadiyê de xebatên li ser jinan kirine û wiha got: “Li ber çavan e ku di tu kirineke komeleyê de tu sûc nîn e.’’ Kozan bi lêv kir ku şik û gumana Akat Ata bireve nîn e û ev tişt gotin: “Miwekîla min çar caran li mala xwe hat destgîrkirin. Heke hûn îhtîmala ku wê bireve li boneya berdewamiya girtina wê zêde bikin divê hûn berbiçav bikin.’’

‘ARMANC AVÊTINA HDP’Ê JI DERVEYÊ SIYASETÊ YE’

Parêzer Mûstafa Kemal Baran ê dawiya dawîn axivî, got ku armanca bi îdiaya qedexekirina siyasetê li HDP’ê û hiştina derveyê siyasetê ya HDP’ê ye. Baran da xuyakirin ku li gor îdianamayê Meryem Adibellî ne rêvebir e û wiha pê de çû: “Di der barê sûcê 5130 ê miwekîla min pê tê sûcdarkirin de gelek doz hatin kirin. Dadgeh divê darizandin û nedarizandina miwekîlan bi van sûcan aşkere bike. Heke bibêje endamtî em parastina ku ne endam e bikin. Nexwe, ji ber hedef û mexdûrên van sûcan cuda ne divê ji bo hemû sûcan em parastinên cuda bikin.’’ Baran beyana şahid Kerem Gokalp a “Ez di Komîteya Geşkirina Zanistê de berpirsyar bûm’’ bi bîr xist û ev tişt anîn ziman: “Di vê rewşê de ne mimkûn e Gokalp miwekîlê min nas neke, lê nas nake. Îfadeyên şahid pûç bûn. Îfadeyê Ûlaş bi îfadeyên Gokalp pûç bû’’ û daxwaza berdana Meryem Adibelliyê kir.

Piştî beyanên parêzeran serokê dadgehê ji bo gotina biryara navbeynê navbir li rûniştinê xist.