Kevneşopiya Welat didome

Rojnameya Welat beriya niha bi 26 salan, 21'ê Çile dest bi weşanê kir. Bi vê çarçoweyê em bi Ramazan Olçen re axivîn, ku ev 13 sal in li Azadiya Welat dixebite.

Ji bo salvegera 26'an a rojnameya Welat em bi Ramazan Olçen re axivîn.

Olçen diyar kir salên 90'î rojnamegeriya Kurdî bi Tirkî Gundem û bi Kurdî jî Welat bûye.

Olçen bi bîr xist bê ka li pey hev rojnameya welat bi çi navî derketiye.

Li gorî vê Welat sala 1992'an, heftiyê carekê derketiye piştî ku hatiye qedexekirin sala 1994'an Welatê Me destt bi weşanê kiriye, ew jî weke Welat piştî ku 2 salan weşana xwe heftane domandiye ji hêla dewleta Tirk ve hatiye qedexekirin. Olçen bi berdewamî diyar kir piştî Welatê Me, sala 1996'an Azadiya Welat dest bi weşanê kiriye û 10 salan heftiyê carekê derktiye û ji 15'ê Tebaxa 2006'an heta 2016'an rojane derketiye, carinan ji bo mehekê rojname hatiye girtin û wan deman jî bi navê Hawar, Dengê Hawar, Rojev, Rojeva Welat rojane weşane xwe domandiye.

Olçen bi berdewamî got sala 2016'an piştî ku Azadiya Welat hatiye girtin, navbeyna salên 2016-2018'an bi navê E-Rojname bi rengekî dijîtal derkteye, sala 2018'an jî biryar hatiye standin dîsa bi navê Welat bi rengekî dijîtal derkeve û weşana xwe wiha domandiye. Herî dawî jî bi nave Xwebûnê rojnameyê bi weşana heftane dom kiriye, ku Xwebûn 24'ê Çile ya 2020'an dest bi weşanê kiriye.

Têkilî zexta dewleta Tirk a li ser çapemeniyê Olçen 29'ê Cotmeha 2016'an mînak nîşan da û got, ''29'ê Cotmehê ji bo wan rojeke sembolîk e. Di rojeke wiha de, sala 2016'an bi ser saziyên me de girtin. Bi biryara BHQ'ê Ozgur Gundem, Azadiya Welat, JINHA, DÎHA, televizyonên di ser TurkSatê re weşan dikirin, hatine girtin.

Olçen got sala 2018'an piştî ku dîsa bi navê Welat weşanê didin destpêkirin, bi manşêta xwe bersivê didin van êrîşan û got, bi gotina ''Naşike û Danakeve'' ya sirûda Ey Reqîb derdikeve.

Olçen her wiha got piştî ku Azadiya Welat dest bi weşana rojane dike hijmara nûçegihanan jî zêde kirine, li Wan, Colemerg, Qoser, Nisêbîn, Mêrsîn û Edene jî bûroyên wan hebûne.

Olçen diyar kir kevneşopiya Welat bi sedan nûçegihan, weşanger, edîtor gihandine.

Olçen bi berdewamî diyar kir zimanê niviskî ya Kurdî ku Celadet Bedirxan bi alfabeya Latîn danî holê, rojnameya Welat û kevneşopiya wê aktual kiriye, her sal ev pêş ve biriye û bi demê re ev rûniştiye, bi MED TV re bûye zimanê televizyonê, îro jî rojname û televizyonên Kurdî kevneşopiya Welat rojane dikin û bi Kurdî weşanê dikin.

RAMAZAN OLÇEN KÎ YE?

Sala 1981'an li Farqînê çêbûye. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Farqînê dixwe.  Li Amedê li Zanîngeha Dîcleyê beşa Ziman û Wêjeya Fransî diqedîne. 3 salan mamostetî kiriye. Sala 2006'an dev ji mamostetiyê diqere û dest bi rojnamevaniyê dike. Heta sala 2016'an li Azadiya Welat dixebite, heta 2019'an di rojnameyên berdewama Azadiya Welat de xebitî. Sala 2019'an li Brûkselê di Stêrk TV dest bi xebatê kir. Hê jî li Stêrk TV li navenda nûçeyan edîtorî û pêşkêşvaniyê dike.