Keskîn: Aqilê dewletê yê salên 90'î li ser kar e

Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir mikurhatinên Mehmet Eymûr ê MÎT'ê nîşan dide ku aqilê dewletê qet neguheriye û got, ''Niha aqilê dewletê yê salên 90'î li ser kar e.''

Serokê Daîreya Kontrterorê yê berê yê MÎT'ê Mehmet Eymûr ji T24'ê bi Gokçer Tahîncîgolu re axivî û got, ''Heke derfetên din ên axftinê  nebin êşkence dibe, ji ber ku hin tîpên pir serhişk hene.'' Li ser vê piştî Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) jî xwe hazir dike ku gilî bike.

Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn destnîşan kir mikurhatinên Eymûr nîşan didin ku aqilê dewletê qet neguheriye.

Keskîn diyar kir tiştên ku Eymûr gotî fotokopiyeke wan sûcan e ku bi navê dewletê hatine kirine û bi bîr xist tiştên ku Eymûr gotî, zêdetirê wê parêzerên mafê mirovan ev bi salan e dibêjin.

Keskîn diyar kir avaniya dewleta kûr  ne tiştekî wiha ye ku tenê bi Mehmet Eymûr, Mehmet Agar were vegotin, îro ev kes ne ji bo ku bnipêkirina mafê mirovan derxînin holê lê ji bo pevçûna desthilatê ya navxweyî van tiştan dibêjin.

Keskîn diyar kir Eymûr di axaftinên xwe de êşkenceyê diparêze û got, ''Eymûr di roportaja xwe de jixwe qebûl dike ku ew êşkenceyê weke rêbazeke yasayî ya lêpirsînê dibînin. Dewleta Tirk peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY), Peymana Mfaê Mirovan a Ewropayê wan deman îmze kiribû. Lê aşkere dibêje ji bo ku kesên serhişk û neaxivin ew êşkenceyê weke rêbazeke meşrû dibîne. Li gel vê jî ti lêpirsînek heke li ser nehatibe destpêkirin ev jî nîşan dide ku gotinên Mehmet Eymûr polîtîkaya dewletê ye.''

Keskîn didyar kir ji ber vê sedemê ew rast nabînin ku li ser kesan nîqaşê bikin, ev polîtîkaya dweletê ye, Eymûr jî weke Mehmet Agar yek ji bicihkarê vê polîtîkayê ye.

Keskîn diyar kir di vê avaniya tarî û kûr de qadeke bazirganî ya mezin a madeyên hişbir heye û got,''Eymûr jixwe di axaftina xwe de got Mehmet Agar kokaînman e û ji ber vê bêvila xwe emeliyat kiriye. Beriya niha Sedar Peker jî tiştin aşkere kirin lê tiştek nabe. Heke bala we kişandibe Peker jî weke Eymûr derheqê demekê qet naxivin. Ew jî hin kesan û hin deman diparêze. Ew jî ji ber pevçûna desthilatî hin tiştan dibêje. Armanc yekê ji van ne paqijbûn e, ne ew ku bi hin sûcên dewletê re hevrû bibin. Ev hesapdîtinek e. Ji ber ku Mehmet Eymûr ji Mehmet Agar hez nake. Bi Mehmet Agar re hin pevçûnên wî yê berjewendiyê hene. Ji Tansûr Çîller jî hez nake, ji ber vê daxuyaniyan dide. Lê ji aliyekî ve jî dewletê diparêze û dibêje, 'Mirov li ser navê dewletê çi bike meşrû ye'. Naxwe rûdan li wir asê dibe.''

Keskîn diyar kir di ropartaja Eymûr de gotina herî girîng ew e ku Eymûr gotibû, ''Dewlet mirovên paqij bi kar nayîne'' û got, ji 1915'an heta 1938'an, ji 12'ê Îlonê heta 1990'î sedema ku pqijiyekê, hevrûbûnekê dixwazin ev e.

Keskîn diyar kir Eymûr bi vê gotina xwe Teşkîlat-i Mahsûsa destnîşan dike û got, ''Ji ber vê jî li vir ya girîng ne nav in, polîtîka ye. Xasma jî kontrpolîtîkaya ku li dijî muxalîfan tê bikaranîn. Heta ku ev neguhere, paqijiyek, hevrûbûnek çênabe.''

Keskîn bi berdewamî diyar kir Eymûr 18 kuştinên nediyar destnîşan kiriye, gotiye ji bo pereyan wan ew kuştine û got, xasma salên 90'î bi cinaeyata Vedat Aydin pêvajoyek dest pê kiriye û gelek mirov dema destgîrkirinê hatine nebedîkirin û kuştin.

Keskîn got, ''Niha aqilê dewletê yê salên 90'î li ser kar e'', û got xasma piştî xilasbûna pêvajoya çareseriyê û hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hemû aktorên salên 90'î li ser kar in.