KESK'ê bernameya 8'ê Adarê eşkere kir

KESK'ê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê eşkere kir.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li Navenda Giştî ya KESK'ê civîneke çapemeniyê li dar xist û bernameya 8'ê Adarê eşkere kir.

Sekretera Jinan a KESK'ê di civînê de axivî û li ser bernameyê agahî da.

BERNAMEYA 8'Ê ADARÊ

Li gorî daxuyaniyê bernameya 8'ê Adarê ya KESK'ê wiha ye:

"Em ê serdana jinên li kargehan bikin, civînên jinan li dar bixin û bi daxuyaniyên çapemeniyê yên li pêşiya kargehan daxwazên kedkarên jin destnîşan bikin.

Di 4'ê Adarê de em ê li hemû bajaran li pêşiya Midûriyetên Bajaran ên Xizmetên Civakî, Kar û Malbatê bin. Em ê bang li vê wezaretê bikin ku li pêşberî pirsgirêkên jiyanî yên jinan xemsar e û careke din daxwaza xwe ya ji bo avakirina Wezareta Jinan û Wekheviyê bînin ziman.

Di 7 û 8'ê Adarê de li bajaran hemûyan bi rêxistinên jinan hemûyan, rêxistinên pîşeyî yên kedê û partiyên siyasî re, bi jinan hemûyan re em ê li qadên mîtîngê bin."