Tevî astengiyan 1'ê Gulanê tê pîrozkirin-NÛ BÛ

Tevî hemû qedexe û astengiyên desthilata AKP/MHP’ê jî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi çalakiyan tê pîrozkirin. Polîsên ku pîrozbahiyan asteng dikin, gelek kes destgîr kirin.

Endamên Zanîngeha Dîren, SODAP û Meclîsa Ciwanan ên li Mecîdîyekoy hatin ba hev ber bi Taksîmê bi dirûşmên ‘Bijî 1’ê Gulanê’ dest bi meşê kirin. Polîsan êrîş bir ser girseyê û 19 kes bi lêdanê destgîrkirin.

Endamên Konseya Nûnerên Karker û Hêza Kedê yên ku li Tarlabaşi pankarta ‘Qada 1’ê Gulanê Taksîm e’ vekirin, ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.

Xwendekarên zanîngehê yên ji Osmanbey bi pankarta ‘Ji kampûsê heta kolanan em ê bi serkevin’ ber bi Taksîmê ketin rê, polîsan êrîş bire ser wan û gelek xwendekar destgîrkirin.

Endamên Federasyona Anarşîst a Şoreşger ku ji Kazanci Yokuşu bi pankarta ‘Şer e 1’ê Gulanê’ ber bi Taksîmê ketin rê, polîsan êrî bire ser wan û gelek kes bi lêdanê destgîrkirin.

ENQERE

Endamên Federasyona Anarşîzim a Şoreşger (DAF), xwestin li Kizilay a Enqerê 1’ê Gulanê bi meşekê pîroz bikin. Koma ku bi dirûşma ‘Bijî 1’ê Gulanê’ dest bi meşê kirin, polîsan êrîşî wan kirin.

Polîsên ku 4 kes bi tundiyê destgîrkirin, rê nedan ku rojnamevan û çalakvan dîmenên çalakiyê bikişînin û gefa ‘Hûn dîmen bigirin, em ê we destgîr bikin, ew rayeya min heye.’ kirin.