Kenanoglu: Elewî tim hişyar in

Wekîlê HDP'ê Alî Kenanoglu diyar kir daxuyaniyên serek çeteyê Tirk Sedat Peker ên têkilî Elewiyan girîng in û tenê weke helwesteke dijî dijminên xwe neyê dîtin, Elewî hişyar in.

Wekîlê HDP'ê Alî Kenanoglu goti beriya ku Sedat Peker bi tweetekê êrîşa li ser Elewiyan destnîşan bike rayedarekî Emniyetê Serokê Mala Cem a Garîp Dede hişyar kiriye û giringiyê didin vê.

Kenanoglu ku ji zaroktiya xwe ve li nav saziyên Elewî dixebite û demekê seroktiya Komeleya Çanda Elewî ya Hubyar Sultan kiriye û her wiha bûye alîkarê serokê  Federasyona Elewî Bektaşî got daxuyaniyên serek çeteyê Tirk Sedat Peker girîng in û tenê weke helwesteke dijî dijminê xwe neyê dîtin.

Kenanoglu got beriya ku Sedat Peker tweetê par ve bike bi du rojan Emniyetê bi telefonê li Serokê Mala Cem a Garîp Dede Celal Firat geriyaye û têkilî provakasyoneke pêkan ew hişyar kirine û diyar kir ev rewş jî nîşan dide ku Peker ne hema wiha ji ber xwe ve wiha gotiye.

Kenanoglu bal kişande ser giringiya Mala Cem ya Garîp Dede û got, ''Mala Cem a Garîp Dede a li Kucukçekmece nexasim van hefiyên dawî mekanekî me yê dîrokî ye ku 4-5 hezar mirov serdana wê dikin. Rayedarekî Emniyetê ku Serokê Mala Cem nas dike lê geriyaye û gotiye, ''Guhdarî xwe bin, dibe ku hin problem çêbibin, hin agahî hene''. Piştî vê telefonê bi du rojan Sedat Peker tweetekê par ve dike. Ji ber vê em dizanin ku mesele cidî ye, ne ku tenê tweetek e.''

Kenanoglu got Serokê Mala Cema Garîp Dede her wiha Serokê Federasyona Komeleyên Elewî ye jî û ji ber vê ev hişyarî li hemû saziyên Elewî ye.

Kenanoglu bi berdewamî got li dijî vê Elewî tim hişyar in, li dijî êrîşeke pêkan e gelek welatî hene ku dixwazin li mala ceman nobetê bigirin.