Kemalbay: Rewşa tendiristiyê ya girtiyên di grêva birçîbûnê de ne baş e

Grêva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgeha Bucayê xirab e. Wekîla HDP'ê Serpîl Kemalbay got rewşa tendiristiyê ya girtiyan xirab e.

Grêva birçîbûnê ya girtiyên li Girtîgeha Tîpa F Nimro 2 ya Buca Kiriklarê ya Izmîrê ku 28'ê Mijdarê dane destpêkirin didome. Grêva birçîbûnê ku Sînan Durmaz, Onur Yilmaz, Abdullah Gunay, Sabah Dayan, Ozan Alpkaya, Halîs Daghan, Sertaç Kiliçaslan û Kean Yildizbakan 28'ê Mijdarê dayî destpêkirin di roja 55'an de didome. Piştre 2 girtiyên din jî tevlî grêvê bûn û hijmara girtiyên di grêvê de bûne 13.

Wekîla HDP'ê Serpîl Kemalbay bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtine kir.  Kemalbay got wan behsa sedemên hiqûqî ya ji bo daxwaza ku girtî bi hev re bimînin kiriye, rêveberiya girtîgehê jî gotiye ew li gorî fermana Wezareta Dadê tevdigerin.

Kemalbay got ji bo çareseriyê divê daxwaz werin muzakerekirin, daxwaza ku girtî li eynî blokê bêne hiştin were qebûlkirin û ji bo ku ev daxwaz ne siyasî ne çareserkirina vê di dest rêveberiya girtîgehê de. Kemalbay her wiha diyar kir heke problem neyê çareserkirin ew ê gilih bikin û mijarê bibin rojeva Meclîsê.