Kemalbay: Rewşa penaberên li Polonya-Belarûsê divê were çareserkirin

Wekîla HDP'ê Serpîl Kemalbay bal kişande ser drama li ser sînorê Polonya-Belarûsê bang li rêxistinên mirovan kir ku bihistyar bin û got divê dawî li vê dramê were.

Kemalbay têkilî drama penaberan a li ser sînorê Polonya- Belarûsê diyar kir ji ber ku polîtîkayên şer û ekonomiyê yên dewletan yek ji problema herî girîng bûye krîza penaberan û got dewlet bi hişmendiyeke despotîk nêzîkatî li vê meselê dikin. Kemalbay diyar kir koçberên li ser sînorê Polonya-Belarûsê asê mane ji ber şer û şertên kambax ên aborî ji bêgavî ji Sûriyê, Iraq û Efganîstanê derketine û got, ''Li wir jî eynî weke ya li Tirkiyê rewş bûye bazariya penabaran.''

Kemalbay bi berdewamî diyar kir Rejîma Erdogan çawa ku ji bo Ewropayê bîne ser xetê penaberan weke navgîke şantajê bi kar tîne, rewşeke wiha li ser sînorê Polonya-Belarûsê jî heye û got ji ber vê sedemê gelek mirov ji hîpotermiyê mirine. Kemalbay her wiha diyar kir ji ber van polîtîkayên rejîmên otorîter koçber bûne navgînek û li dijî welatên Ewropî têne bikaranîn.

Kemalbay bi berdewamî got bi rengekî ku penaber mexdûr nebin divê ev mesele demildest were çareserkin û dawî li vê rewş dermirovî were.

Kemalbay got, ''Ji bo rakirina rejîmên wiha yên otorîter ku dibine sedema drama mirovî û ji bo cîhaneke bi nirxên demokratîk divê em hemû têbikoşin. Divê em wan rêyan bibînin ku diwar û sînoran rakin. Cihê me li cem penabaran e û ji bo çareserkirina meseleyan divê em hewl bidin. Em HDP hewl didin û em bang li rêxistinên mafê mirovan ên cîhanê dikin li dijî vê rewşe dermirovî ya li ser sînorê Polonya-Belarûsê bihhistyar bin.''