Kemalbay: Armanc komkujiyek bû

Kemalbay a HDP'yî ku ji êrîşa ser Rêxistina HDP'ê ya Izmîrê gava dawî filitî îşaret pê kir ku hedef komkujiyek bû û got, ''Wê rojê roja îmzeyê ya pirtûka Beyza Ustun hebû. Em ê zû biçûna partiyê û bi hevalan re biçûna cihê îmzeyê.''

Wekîla HDP'ê Serpil Kemalbay ku ji êrîşa çekdarî ya ser Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Izmîrê gava dawî fiitî got roja komkujiyê roja îmzeyê ya pirtûka Beyza Ustun bû, armanc ji êrîşê komkujiyeke meztir bû û got, ''Ez, hevserok, rêveberên bajêr û navçeyê em ê zû biçûna avahiya partiyê û cihê îmzeyê.''

Kemalbay bi bîr xist ku eynî weke Amedê li ber avahiya partiya wan beriya bi mehan kon hatibû danîn, her roj polîsan nobet digirt di rewşeke wiha de êrîşkar ketiye nav avahiyê, piştî ku Deniz Poyraz kuştiye 25 deqe li cihê bûyerê maye.

Kemalbay got gelek hevalên wê bi tesadûfî ji êrîşê filitîne û wiha behsa rûdanê kir: ''Êrîş saet 10:00'an anîn. Beriya êrîşê berpirsê darayî yê partiya me biez ji avahiyê derdikeve, diçe balafirxaneyê da ku endamê me yê Lijneya Rêveberiya Navendî bîne.

Wê gavê hevserokê me Abdulkadîr Baydur ku hê nû ji nexweşiya Covîd-19'ê rehet bûyî û endamê me yê MP'yê ber bi avahiya partiyê ve tên. Bi tesadûfî hevrêya me Deniz li avahiyê ye. Bi giştî deriyê avahiya me ya bajêr tim vekiriye. Qey êrîşkar wiha ketiye hundir. Deniz pê derdixe ku kesek hatiye hundir û li berpirsê darayî digere. Di navbeyna medbexê û deriyê derve de cihê rûniştinê heye, li wir tê kuştin.

Êrîşkar bi hêviya ku hine dî jî bibîne diçe odeya hevserokan. Bi pehînan li dêriyê kilîdkirî dide. Piştre dixwaze biçe odeya darayî, ji bo ku ew jî girtiye guleyan li derî direşîne. 20-25 deqe li hundir dimîne. Dema ku ev tişt dibin polîs li jêra avahiyê ne .Hevserokê me Abdulkadîr Buydur dema ku bi endamê me yê PM'ê re tê hundir li ber avahiyê 3 polîsan dibîne. Pêşî fêhm nake bê ka mesele çiye. Ji bo çixarê bistîne dema ku ber bi markêtê ve diçe dengê çekan tê û hema bi bezê dixwaze biçe avahiyê, polîs wî digirin û dibêjin, ''li qata duyan êrîş heye'' û nahêlin ku hilkişe jor. Yanî polîs beriya ku biçine jor dizanin ku êrîş çûye ser HDP'ê ya li qata duyan lê li gel vê jî naçin qatê û tiştekî nakin.''

Kemalbay got polîsên ku beriya her çalakiya Rêxistina Bajêr a HDP'ê, beriya her daxuyaniyê li hevserokan digerin, eynî rojê li gel ku pê dizanîn ku çalakiya îmzeya pirtûkan heye jî lê negeriyane. Kemalbay diyar kir Midûrtiya Emniyetê pir nêzîkî avahiya wan bûye lê li gel vê jî 25 deqeyan mudahele nekirine, rengê destgîrkirina êrîşkar jî bi bîr xist û got, ''Hema hema li pêmbû dipêçin û dibin'' û helwest nîşan da. Kemalbay diyar kir gelek caran wan ji polîsan re gotine konê ku li ber avahiyê hatiye danîn rêxistina bajêr dike hedef lê polîsan qet guh nedana vê hişyariyê.

Kemalbay her wiha got piştî êrîşê dema ku Midûrê Emniyetê hatiye wir, wê ev rewş bi bîr xistiye lê weke ku tinazê xwe bike Midûrê Emniyê gotiye, ''Haya wî ji kon tine, aqilê wî kêm e''. Kemalbay got, ''Êrîşeke bi plansazî heye lê midûrê emniyetê pir bi reheyî weke ku tinazê xwe bike wiha dibêje. Ji kûderê bi vê dizane? Lêkolîn kiriye ku vê dibêje?''

Kemalbay her wiha got ne pêkan e ku haya emniyet û îstîxbaratê ji vê êrîşê hebe û got ji vî alî ve îşaret bi wê pêvajoyê kir ku bi komkujiya Pirsûsê dest pê kiribû. Kemalbay bal kişande ser profîla êrîşkar, bi bîr xist ku êrîşkar li Sûriyê perwerdehiya çekê standiye û ya ku vê hişmendiya çete geş dike desthilata Tirk bixwe ye. Kemalba bi berdewamî got dixwazin kaoseke weke ya piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê pêk bînin.