KCK: Pêngava 15’ê Tebaxê didome

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê di salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de li ser esasê faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin, Kurdistan were azadkirin, Tirkiye û Rojhilata Navîn were demokratkirin, li ser xeta serfiraziyê banga têkoşînê kir.

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê bi wesîleya salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ku ji bo dîroka Kurdistanê dîrokeke gelekî girîng e, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em 38’emîn Salvegera Pêngava Gerîla ya Dîrokî 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, li gerîla û gelê Kurd û li hemû gelan pîroz dikin. Di şexsê fermandarê mezin ê pêngavê hevrê Egîd de tevahî şehîdên şoreş û demokrasiye bi rêzdarî û mînetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku, em ê têkoşîna azadiyê ya ku di xeta pêngava 15’ê Tebaxê de dest pê kir, ber bi serkeftinê ve bibin. Pêngava 15’ê Tebaxê çalakiyeke azadiyê ya mezin û dîrokî ye ku bi pêşengiya gerîlayên azadiyê Kurdistanê li dijî rejîma faşîst a dagirker a 12’ê Îlonê derket û ji bo gelê Kurd bû wesîleyê cewherê xwe nas bike û ji nû ve hişyar bibe. Ev pêngava ku di pêşengiya fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) de dest pê kir, ji bo gelê Kurd û dîroka Kurdistanê bû xala veguherînê û şekil da dîrokê. Gelê Kurd ê ku mehkûmî tunebûnê bû, bi Pêngava 15’ê Tebaxê re ji nû ve li Kurdistanê Şoreşa Vejînê pêk anî.

15’Ê TEBAXÊ LI SER ESASÊ BERXWEDANA LI ZINDANAN DEST PÊ KIR

Pêngava 15’ê Tebaxê û pêşketinên ku pê re çêdibin bi têgihiştina şert û mercên ku tevger di nav de pêk hatiye, mirov dikare fêm bike. Dewleta Tirk a qirker a mêtînger di 12’ê Îlona 1980’an de ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bitepisîne û bi tunekirina hebûna gelê Kurd re qirkirina Kurdan temam bike derbeya leşkerî ya faşîst pêk anî. Dewleta Tirk bi vê derbeya leşkerî ya faşîst re li Kurdistan û Tirkiyeyê mekanîzmayeke zextê ya mezin li ser civakê ava kir û di bin vê mekanîzmaya zextê de civak hate bêdengkirin û bi komkujî û êşkenceyê xwest ku tevgerên ji bo azadiyê têdikoşin bifetisîne û qirkirinê pêk bîne. Cihên herî hovane yên êşkence û qetlîam lê pêk hatin zindan bûn. Lê belê girtiyan li dijî êşkence û pêkanînên qetlîamê yên rejîma faşîst a dagirker berxwedaneke mezin nîşan dan û teslîmiyet qebûl nekirin. Pêngava 15’ê Tebaxê di heman demê de li ser bingeha xeta berxwedanê ya li zindanan hatiye destpêkirin, hatiye lidarxistin. Berxwedana mezin a zindanê ya ku di pêşengiya Mazlûm û Kemalan de dest pê kir, bi Pêngava 15’ê Tebaxê re derbasî nava civakê bû û bi vê yekê re pêkanîna Şoreşa Vejînê misoger kir. Berxwedêrên zindanan li dijî pergala faşîzmê ya êşkencekar berxwedaneke mezin nîşan dan û gihiştin şehadetê û xwestin ku dengê wan li civakê bê bihîstin. Hemû hewldanên Rêber Apo ew bû ku qêrîna Mazlûm, Kemal û Hayrî li gelê Kurdistanê û tevahî cîhanê bide bihîstin. Rêber Apo bi fikra ku rêya herî watedar a ragihandina vê qêrînê mezinkirina têkoşînê ye tevgeriya û bal kişand ser avêtina pêngaveke ku têkoşîna li Kurdistanê ber bi qonaxeke stratejîk ve bibe û, gelê Kurd ji pêvajoya tinebûnê rizgar bike. Ev lêgerîna Rêber Apo bi Pêngava 15’ê Tebaxê ya gerîla re pêvajoya tinebûnê bi dawî bû û ji bo Kurdistanê dîrokeke nû ya hebûn û azadiyê dest pê kir. Li vir, Pêngava dîrokî ya 15'ê Tebaxê, faşîzma 12'ê Îlonê hilweşand û ji nû ve zayîna gelê Kurd misoger kir.

PÊNGAVA 15’Ê TEBAÊ JIYAN Û KESAYETIYEKE NÛ AVA KIR

Pêngava 15'ê Tebaxê dema ku dîroka wendabûnê ya li Kurdistanê berovajî kir, kesayet û jiyaneke nû jî afirand. Ev kesayeta ku ji aliyê mêtîngeriya qirker ve di nava civak de hatibû afirandin tine kir û kir ku kesayetek nû ava bibe. Beriya her tiştî dîwarên tirsa ku mêtîngeriyê çêkiribû hilweşand û di nav gelê Kurd de cesaret û xwebawerî çêkir. Ji ber vê taybetmendiyê, çalakiya 15'ê Tebaxê ji bilî xistina dijmin, weke guleyeke ku li mejiyê mêtîngeriyê ketiye jî mirov dikare binirxîne. Ev tespîteke rast bû û cewhera Pêngava 15’ê Tebaxê anî ziman. Gelê Kurd ê ku bi zext, êşkence û komkujiyan xwestin têk bibin, bi Pêngava 15’ê Tebaxê re bû gelê ku serî hilda û ji bo azadiya xwe têkoşiya. Bê şik nûnertiya vê ruh û kesayeta nû gerîla bû. Gerîla ji bo gelê Kurd û hemû gelan ne tenê çekdarbûn, tê wateya ronîkirin, guhertin û ji nû ve hebûn û têkoşîna azadiyê. Ji ber rola gerîla ya li Kurdistanê, Rêber Apo ji bo gerîla pênaseya hebûn û jiyanê kir. Gelê Kurd bi vî rengî ji destpêkê ve nêzî gerîla bûye, weke pêşeng û nûnerê jiyana nû dîtiye. Di rastiya xwe de Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê encamên leşkerî, di heman demê de encamên siyasî, çandî û civakî jî derxist holê û li Kurdistanê di her warî de pêvajoyeke nû ya dîrokî da destpêkirin.

Pêngava 15’ê Tebaxê di warê pêşxistina Tevgera Azadiya Jinê û vîna jinê de jî pêngaveke dîrokî bû. Di pêşketin û geşkirina xeta azadiya jinê ya Kurdistanê de roleke pir girîng lîst. Jinên Kurd bi Pêngava 15’ê Tebaxê re pêvajoya rêxistinbûn, artêşbûn û partîbûnê jiyan û pêşengiya Şoreşa Azadiya Kurdistanê, li ser esasê xeta azadiya jinê pêşketina şoreşê misoger kirin. Jina Kurd îro ne tenê pêşengiya pêşketina şoreşa Kurdistanê dike, di heman demê de pêşengiya pêşketin û xurtkirina tevgera jinê ya li Rojhilata Navîn û cîhanê dike.

DI PÊŞKETINA PÊVAJOYA DEMOKRASIYÊ DE ROLEKE ERÊNÎ LÎST

Pêngava 15’ê Tebaxê bi qasê Kurdistanê, hem li Tirkiyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn di pêşketina pêvajoya demokrasiyê de roleke erênî lîst. Bi derbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê re di serî de partiyên siyasî hemû sazî bi hatin girtin, pêvajoya destûra bingehîn hat rawestandin, wezîr û serokwezîr hatin girtin û hatin darizandin. Lê Pêngava 15’ê Tebaxê faşîzm têk bir, nehişt ku bibe pergalek mayînde û hişt ku pêvajoya demokratîk ji nû ve dest pê bike. Rê li ber ji nû ve vekirina di serî de partiyên siyasî û saziyan vekir. Di vî warî de Pêngava 15’ê Tebaxê di destpêkirina pêvajoya demokratîk a li Tirkiyeyê de roleke diyarker lîst. Ger Pêngava 15’ê Tebaxê pêk nehatiba, rejîma cûntayê wê darvekirin berdewam bikira û siyasetmedar jî bi dar ve bikirana. Lê rejîma cûntayê li hemberî Pêngava 15’ê Tebaxê newêra ku vê yekê bike û bi vî awayî darvekirinên li Tirkiyeyê hatin rawestandin. Fêmkirina van encamên ku Pêngava 15’ê Tebaxê û têkoşîna gerîla rê li ber vekirî, ji bo rast meşandina têkoşînê ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê îro gelekî girîng e.

FAŞÎMA AKP Û MHP’Ê BERDEWAMIYA FAŞÎZMA 12’Ê ÎLONÊ YE

Faşîzma AKP-MHP’ê berdewamiya faşîzma 12’ê Îlonê ye. Pêkhateyeke faşîst e ku ji bo pêkanîna armancên faşîzma 12’ê Îlonê hatiye avakirin. Çawa ku faşîzma 12’ê Îlonê bi zext, êşkence û qetlîamê û bi bêdengkirina civakê armanc kir ku qirkirina Kurdan temam bike, îro jî faşîzma AKP-MHP jî bi rêbazên dijwartir û dijmirovîtir ji pêvajoya 12’ê Îlonê dixwaze qirkirina Kurdan pêk bîne. Dixwaze bi êrîşa li Bakur, Başûr, Rojava, Şengal, Mexmûr û her cihê ku Kurd lê hene û têdikoşin, Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bitepisîne û bi tinekirina hebûna Kurdan re projeya temamkirina qirkirina Kurdan a ku di 12’ê Îlonê de pêk nehat bigihîne encamê. Faşîzma AKP-MHP’ê dijminatiya hebûna Kurdan, çand, dar, xweza, bi kurtî her tiştî dike û ji bo tinekirina Kurdan serî li her cure pêkanînên dijmirovî û qirêj dide. Di vî warî de li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li her derê di nava berxwedan û têkoşînê de bûyîn, pêwîstiya Kurdbûn û welatparêziyê ye.

GERÎLA BI RUHÊ SERKETINÊ YÊ 15’Ê TEBAXÊ ŞER DIKE

Xeta 15’ê Tebaxê rêgeza jiyan û têkoşîna gerîla îfade dike û îro jî berxwedana destanî ya ku gerîla di serî de li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê li her derê nîşan dide, di xeta 15’ê Tebaxê de ye. Gerîla bi ruhê serketinê yê Pêngava 15’ê Tebaxê şer dike û derbên giran li mêtingeriya qirker dide. Çawa ku faşîzma 12’ê Îlonê bi Pêngava 15’ê Tebaxê hate têkbirin, îro jî Şoreşa Azadiya Kurdistanê ku di xeta 15’ê Tebaxê de têdikoşe, wê hilweşandina AKP-MHP’ê pêk bîne. Gerîlayê Azadiya Kurdistanê jî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê yek ji berxwedanên herî mezin ên dîrokê nîşan dide û li dijî artêşa dagirker Kurdistanê diparêze. Têkçûna giştî ya faşîzma AKP-MHP’ê ne tenê bi berxwedana gerîla, her wiha bi berxwedana tevahî civakê ya bi ruhê 15’ê Tebaxê pêkan e. Di vî warî de divê di serî de ciwanên Kurdistanê hemû civak di xeta 15’ê Tebaxê de li dijî faşîzmê di nava berxwedaneke çalak de bin.

DIVÊ CIWANÊN KURDISTANÊ TEVLÎ NAV REFÊN TÊKOŞÎNÊ BIBIN

Parastina civakê û pêşxistina têkoşînê ya li dijî faşîzmê di serî de berpirsyariyê dixe ser milê ciwanan. Divê ciwanên Kurdistanê tevlî refên têkoşînê bibin, berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin, li ser esasê xweparastinê civakê bi rêxistin bikin û biparêzin, ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîneke çalak bi rê ve bibin. Pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê bi dirêjahiya 38 salan pêşketinên mezin afirand. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku di pêşengiya gerîla de pêş ket, pêvajoya tinebûnê ya gelê Kurd berovajî kir û bi cewherê xwe re kir yek û li Kurdistanê pêvajoya zanabûn, ronîbûn û azadbûnê da destpêkirin. Şoreşa Rojava di encama pêvajoya dîrokî ya ku Pêngava 15’ê Tebaxê derxistiye holê de pêk hatiye. Gerîla êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Şengalê rawestand, pêşî li qirkirina Êzidiyan girt û derfet ava kir ku gelê me yê Êzidî ji nû ve xweparastin û xwerêveberiya xwe bi dest bixe. Jinên Kurd zirxên koletiyê perçekirin û rê li ber avabûna jiyaneke nû li Kurdistanê vekirin û gihiştin astekê ku pêşengiya jinên Rojhilata Navîn û cîhanê dikin. Ev hemû geşedan encamên Pêngava 15’ê Tebaxê derxistî holê ne. Ev geşedanên ku 38 sal in bênavber tên afirandin, nîşan dide ku Pêngava 15'ê Tebaxê dewam dike û wê di dema pêş de jî geşedanên mezin biafirîne. Bêguman ev rewş encama têkoşîna azadiyê ya li ser esasê xet û ruhê 15’ê Tebaxê ye. Di vî warî de wê di sala 39’emîn a pêngavê de li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêşketinên mezin bên afirandin.

Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, em bang li her kesê dikin ku li her derê Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî ku gelê Kurd deyndarê wê ye û li Kurdistanê rê li ber pêşketina rewşenbîrî û pêvajoya demokratîk vekir, bi coş pîroz bikin. Ji bo fêmkirina Pêngava 15’ê Tebaxê zêdetir hewl bê dayîn û di salvegera 39’emîn a pêngavê de ji bo bi tevahî faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo, azadiya Kurdistanê, demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn, li ser xeta serketinê têkoşînê bikin. Faşîzma AKP-MHP’ê û dijminê mêtinger û qirker wê li hemberî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku bi ruhê 15’ê Tebaxê pêşket hilweşe û gel û jinên bi ruhê 15’ê Tebaxê li berxwe didin wê bi ser bikevin.