KCK: Komkujiya Parîsê hat ronîkirin, hesab wê bê pirsîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd soz daye ku wê tola Komkujiya Parîsê hilîne û diyar kir, bi girtina rêveberên MÎT'ê re komkujî hatiye ronîkirin.

KCK'ê destnîşan kir ku kujerê komkujiya Parîsê Omer Guney ji bo neaxive li girtîgehê hatiye kuştin û ragihand, komkujî bi kontrola Sabahattîn Asal hatiye kirin û Tayyîp Erdogan bi xwe fermana komkujiyê daye.

KCK'ê li ser rêveberên MÎT'ê yên di komkujiyê de cih girtin agahiyên nû da.

KCK'ê helwesta Fransayê ya li pêşberî komkujiyê weke helwesteke 'bê exlaq' bi nav kir.

'EŞKERE BÛ KU KOMKUJÎ JI ALIYÊ MÎT'Ê VE HATIYE KIRIN'

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de hat gotin, "Di ser komkujiya Parîsê re 5 sal derbas bûn. Tevgera Azadiyê ya Kurd soz dabû ku wê tola vê komkujiyê hilîne. Tetîkêşê komkujiya Parîsê ji bo neaxive li girtîgeha Fransayê hate kuştin. Lê belê tevî vê yekê jî plansazên komkujiya Parîsê nekarîn xwe veşêrin. Tevgera Azadiyê ya Kurd du rayedarên payebilind ên MÎT'ê bi operasyoneke serketî girt û şîfreyên komkujiya Parîsê eşkere kir. Serokkomarê heyî Tayyîp Erdogan bi xwe fermana komkujiyê daye Hakan Fîdan û Hakan Fîdan jî bi rêya yek ji berpirsyarên MÎT'ê Ûgûr Kaan Ayik ev komkujî plan kir û da kirin. Ûgûr Kaan Ayik serokê daîreyekê ye ku bi ser Sabahattîn Asal ve ye, ku tevlî hevdîtinên Îmralyê dibû. Ji xwe ji belgeyên bi deng û nivîskî yên beriya niha derketin holê eşkere bû ku ev komkujî ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin. Endamên MÎT'ê yên hatin girtin, di îfadeya xwe de ev belge piştrast kirin û zelal bû ku komkujî ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin. Ya ku ev yek pêk anî, çalakiyên rojên Çarşemê yên li Parîsê yên tevgera jinê û şopandina bi israr a Tevgera Azadiyê ye."

KCK'ê diyar kir ku PKK'ê di dîroka xwe ya têkoşînê de ti sûc bê ceza nehiştiye û cezakirina êşkencekarê zindana Amedê Esat Oktay Yildiran, îtirafkar Şahîn Donmez û Yildirim Merkît weke mînak nîşan da.

HELWESTA FRANSAYÊ DÛRÎ JI EXLAQÊ YE!

KCK'ê destnîşan kir ku berdêla kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji bo desthilatdariya AKP'ê giran e û wiha dewam kir:

"Karên MÎT'ê yên li dijî Tevgera Azadiyê bi giranî hatin têkbirin û sûcdariya desthilatdariya AKP'ê hatiye îspatkirin. Derketiye holê bê kî li Ewropayê terorê dike. Serokkomarê Fransayê di hevdîtina xwe ya li gel Tayyîp Erdogan de got, 'em ê li dijî terorê têbikoşin'. Bi vê daxuyaniya xwe nîşan daye bê çiqasî du rû û dûrî ji exlaqê tevdigere. Serokkomarê Fransayê malovanî ji sûcdarekî re kiriye ku li navenda Parîsê komkujî kir. Ev yek bi rengekî vekirî, xelatkirina terora dewletê ye. Eger rêveberiya Fransa di têkoşîna dijî terorê de ji dil be, bila destpêkê bi pêsîra Tayyîp Erdogan û rêxistina îstîxbarata Tirk bigire ku li navenda Parîsê komkujî kirin."

NASNAMEYA RÊVEBERÊN MÎT'Ê YÊN CIHÊ XWE DI KOMKUJIYÊ DE GIRTIN'

KCK'ê got, "Komkujiyek tenê bi tetîkêş nayê darizandin, bi kesên fermana komkujiyê dane û yên plan kirine tê darizandin" û diyar kir ku girtina doza Komkujiya Parîsê skandal e.

KCK'ê da xuyakirin ku delîlên xurt li ber destê dadgeriya Fransayê hene ku nîşan didin, ev komkujî ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin. KCK'ê diyar kir, tevî vê yekê jî girtina dozê ne ya qebûlkirinê ye û wiha dewam kir: "Girtina vê dozê ji ber têkiliyên aborî û siyasî yên bi Tirkiyeyê re, têkiliyeke gemarî radixe pêş çavan. Xistina vê dozê, bêhurmetiyeke mezin a li dijî gelê Fransayê ye ku bi bûyera Deryfûsê re gihîştibû asteke bilind a hişmendiya edaletê. Divê ev doz bê vekirin û Tayyîp Erdogan, desthilatdariya AKP'ê, musteşarê MÎT'ê, alîkarê musteşarê MÎT'ê yê niha û berpirsyarê îstîxbarata stratejîk Sabahattîn Asal, Ûgûr Kaan Ayik û Ogûz Yuret bên darizandin."

'AKP LI PÊŞBERÎ TEVGERA AZADIYÊ LI BIN KETIYE'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Yek ji dengê ku di qeyda deng a plankirina komkujiya Parîsê de hate bihîstin yê Ûgûr Kaan Ayik e û yê din jî yê Ogûz Yuret e ku di bin fermana Ûgûr Kaan Ayik de dixebite. Ev yek bi îtirafa endamên MÎT'ê zelal bû. Eşkere bû ku Sabahattîn Asal, berî û piştî 9'ê Çileyê dema kuştina Sakîne Cansiz, tevlî hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd re bû. Bi komkujiya Parîsê er derket holê ku desthilatdariya AKP'ê xwedî zîhniyeteke çareseriya pirsgirêka Kurd nîne. Eşkere bûye ku gotinên desthilatdariya AKP'ê yên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd, gotinên şerê taybet ên ji bo xapandina gelan e. Rêberê Gelê Kurd û Tevgera me ya Azadiyê ji dil xwestin ji bo çareseriya demokratîk zemînê amade bike, lê belê desthilatdariya AKP'ê ev pêvajo ji bo tasfiyekirina tevgera azadiyê nirxand.

MÎT HATIYE PÛÇKIRIN

Bi komkujiya Parîsê re êrîşên tasfiyekirina Tevgera Azadiyê îro jî tên kirin. Herdu rêveberên MÎT’ê yên ku hatine girtin, li xwe mikur hatine ku wan xwestine sûîkastê li rêveberên PKK'ê bikin û moralê tevger û gel xera bikin. Ev tişt tê wateya têkçûna desthilatdariya AKP’ê ya li hemberî Tevgera Azadiyê. Ji ber vê têkçûnê berpirsyarên MÎT’ê bi darê zorê xistine nav operasyoneke bi rîsk. Lê ligel hemû derfetan hemû hewldanên wan ên li dijî rêveberên PKK û KCK’ê bi ser neketiye. Komkujiya Parîsê jî têkoşîna AKP’ê ya li dijî Tevgera Azadiyê xurt nekiriye, berevajî wê qelstir kiriye. Pêkhateyên Tevgera Azadiyê ya Kurdan soz dane ku li ser bîranîna şehîdên Parîsê têkoşînê geştir bikin û hesabê vê qetlîamê bipirsin. Bi pûçkirina MÎT’ê re vê soza xwe bi cih anîne. Daxwaza malbat û gelê Kurd a ku dixwest ji berpirsên vê komkujiyê hesap were pirsîn, bi awayekî xurt bi cih anîne.

BANGA JI BO FRANSAYÊ

Komkujiya Parîsê dikeve sala 6'emîn û em careke din bangî hikumeta Fransayê dikin ku bi betalkirina vê doza komkujiyê û hesapnexwestina ji berpirsyaran, edaleta Fransayê qirêj dike. Desthilatdariya AKP’ê û Erdogan bi komkujiya Parîsê re li dijî gelê Fransayê sûc kirine. Serekê komkujiyên DAÎŞ'ê yên li Fransayê jî Erdogan û AKP ye. Hikumeta Fransayê heke ji AKP û hevkarên vî komkujiyê hesap nexwaze, ew ê bibe şirîkê van komkujiyan. Fransa ji bo berjewendiyên ekonomîk û siyasî çavê xwe ji vê komkujiyê re digire lê ev tişt tu xêra xwe ji bo Fransayê tune. Windakirinên ji ber qirêjbûn û komkujiyan, windakirinên gelekî mezin in. Ji ber vê jî em bang li hikumeta Fransayê dikin ku bila helwesta xwe ya li hemberî AKP û Erdogan biguherînin.

EM Ê HESABPIRSÎNÊ BIDOMÎNIN

Tevgera me ya Azadiyê wê ji desthilatdariya AKP’ê û berpirsyarên vê komkujiya Parîsê hesabpirsînê bidomîne. Çend sal ji ser vê komkujiyê derbas dibe bila bibe, ew ê hesabpirsîn bidome. Kurdistana Azad û Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk ya ku hesreta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bû, ew ê teqez pêk were."