KCK: Em li ser şopa Seyîd Riza bimeşin!

KCK'ê di salvegera darvekirina wan de Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî û got, "Em bang li ciwanan û hemû gelê Kurdistanê dikin ku li ser şopa pêşiyên xwe bimeşin. Em careke din sond dixwin ku em ê hesret û daxwaza wan bi cih bînin."

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê di sala 81'ê ya darvekirina wan de, di şexsê Pîr Seyîd Riza de yên ku 15'ê Mijdara 1937'an hatin darvekirin bi hurmet û minet bi bîr anî. Soz hate dayin, azadiya Kurdistanê, azadiya Dersimê ku hesret û daxwaza wan bû, wê bi teqezî were pêkanîn.

KCK'ê diyar kir, qirkirina Dersimê ji aliyê dewleta Tirk ve bi rengekî plankirî hate kirin û Seyîd Riza, kurê wî û pêşegên din ên Dersimê bi zanebûn, plankirî û ji bo armancekê hatin darvekirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev darvekirin bi rengê ku bibe sembola qirkirina Dersimê hatine pêkanîn. Xwestin vê peyamê bidin, 'Yên ku dest ji çand, ziman û nasnameya xwe bernedin û nebin medenî, yanî nebin Tirk, wê aqûbeta wan darvekirin be'. Ev îdam kirin amûrek ji bo tepisandin û çavtirsandina Dersimiyan. Gotin, 'Yên ku medenî nebin, yanî Tirk nebin, mafê wan ê jiyanê nîne'."

DERSIM BI TEMAMÎ QIRKIRIN E

KCK'ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser van hêlan: "Di gelek belgeyên beriya 1937'an de, hatiye çespandina ku qirkirina Dersimê bi plan hatiye kirin. Tecawiza leşkerekî qereqolê ya li gundekî, ya li jinekê, ji hêla hevserê jina ku tecawiz lê bûyî ve kuştina leşkeran û ji bo ku pêşî lê were girtin ku leşker bi ser de neyên şewitandina pira textî, kirin hinceta serhildanê. Ev nîşan dide ku êrîşa qirkirinê ji berê ve plana wê hatiye danîn. Ji bo ku Dersim a ku weke serê pirzikê didîtin dev ji nasname, çand, ziman û baweriya xwe biqere êrîşên qirker anîne, bêyî ku were gotin ev jin, zarok, ciwan e bi deh hezaran kes hatine kuştin, bi deh hezaran jê hatine sirgûnkirin. Piştî vê darvekirinê hemû polîtîkayên li Dersimê hatin kirin û hemû gavên hatin avêtin, bi mebesta qirkirinê ye. Kûrbûn û karîgeriya zêmarên gelê Dersimê ya piştî 1938'an bi temamî qirkirinê vedibêjin. Beriya darvekirinên 1937'an û piştî wê, hemû polîtîka û kirin, ku li dadgehên mafên mirovan werin darizandin dewleta Tirk bi rengê dewleta ku sûcê qirkirinê kiriye wê li ser kursiyê bersûc rûne.

TÊKOŞÎNA KU SALÊN 70'YÎ DEST PÊ KIR, DÎSA DERSIM RAKIRIYE SER PIYAN

Divê hemû Dersimê, hemû gelê Kurd, gelên Tirkiyê û cîhanê zanibin, li Dersimê qirkirinek hatiye kirin. Heke îro li Dersimê behsa gelekî tê kirin ku bi Kirmanckî û Kurmancî diaxive, a ku vê heyî dike, têkoşîna salên 1970'î ye. Bi vê têkoşînê re Dersim a ku hilma xwe ya dawî dida rakirine ser piyan. Li Dersimê êrîşa qirker hê jî didome, lê li dijî vê gelê Dersimê, ciwanên wê û Kurdistanî li ber xwe didin.

HELWESTA BI RÛMET A SEYÎD RIZA WÊ BIBE HELWESTA HEMÛ KURDAN

Îro li Kurdistanê, li Dersimê heke têkoşîneke azadî û demokrasiyê hebe ev bi helwesta Seyîd Riza û hevalên wî yên li ser sêpeyên darvekirinê ye. Helwesta Şêx Seîd û hevalên wî yên li sêpeya darvekirinê ye. Gotinên Seyîd Riza ên li sêpeyên darvekirinê ji bo hemû gelê Kurdistanê mîna dersê ye. Mînakeke balkêş e ku divê mirov li dijî qirkeran xwedî helwesteke çawa be. Gelê Kurd, mîna Seyîd Riza li sêpeya darvekirinê gotî, wê serê xwe li ber mêtingerên qirker, li ber şerê wan ê taybet, li ber şerê wan ê psîkolojîk û li ber dek û dolabên wan û lîstikên wan netewîne. Helwesta bi rûmet ku Seyîd Riza tevahiya jiyana xwe nîşan dayî wê bibe helwesta Kurdan a ku qet naheje.

EM Ê HESRET Û DAXWAZA WAN BI CIH BÎNIN

Di serî de ciwanên Kurd hemû Dersimî û gelê Kurdistanê wê pê şanaz bin ku pêşiyên wan ên wiha hene. Ji bo hesret û daxwaza wan a li azadiyê pêk bînin wê têbikoşin. Atakan, Şiyar, Dr. Baran, Çetîn, Baran Dersim, Medenî, Îsa Kemal, Sara, Zîlan, Sorxwîn û Rozayan û bi hezaran şehîdên me bi dilsoziya bi van pêşengên xwe têkoşiyane. Ev têkoşîna heta Kurdistana azad û Dersima azad wê bidome.

Di sala 81'ê ya darvekirina wan de em bang li hemû ciwanan û gelê Kurdistanê dikin ku li ser şopa van pêşiyên xwe bimeşin; em careke din sond dixwin ku em ê hesret û daxwazên wan bi cih bînin."