KCDK-E: Êrişa li ser Hesekê bi ruhê berxwedana Kobanê hate şikandin

KCDK-E'yê diyar kir êrişa çeteyên DAÎŞ'ê bi rihê Kobanê hatiye şikandin û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li ser mijara DAÎŞ'ê gavên hewce bavêje.

KCDK-E'yê ji bo salvegera 7'an a rizgarbûna Kobanê û têkçûna çeteyên DAÎŞ'ê ya li Hesekê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Beriya niha bi 7 salan dijminê mirovahiyê DAÎŞ ji bo Şoreşa Rojava û destkeftiyên wê ku ji bo gelên çewisandî yên cîhanê bûbû hêvî tine bike, bi desteka aşkere ya dewleta Tirk êrîş aniye ser Kobanê.

Li dijî rêxistina terorî DAÎŞ'ê jin û ciwanên Kurd jiyana xwe jî dane ber çavan û li Kobanê berxwedaneke mezin pêk anîne. Ev berxwedan bûye berxwedaneke wiha ku dastanên lehengiyê hatine nivîsin, bûye berxwedana parastina rûmeta mirovahiyê û mirovahiya azad.''

KCDK-E'yê bi berdewamî  got, ''20'ê Çile çeteyên DAÎŞ'ê bi êrîşa li ser Girtîgeha Sînaayê ya li Hesekê hewldana revandina bi hezaran endamên çete, li rastya berxwedana mezin a QSD'ê hatiye. 

Çeteyên barbar li hundir gelek zarok û girtî kirine mertalên zindî û wiha hêvî kirine ku bigihijin armanca xwe lê êrîşa organîze û berfireh a DAÎŞ'ê ya li Hesekê û dewleta Tirk ji bakur anî, ji aliyê berxwedana hêzên QSD'ê ve hatiye pûçkirin.

Berxwedana Kobanê ku sembola Şoreşa Rojava ye careke dî planên qirkirinê yên Tirkiyê pûç kiriye. Yekîtiya Kurdan careke dî di ser Berxwedana Kobanê re bûye sembol.

Di salvegera 7'an a azadbûnê de, bi zêdetir xwedîderketina li Rojava û Kobanê em dikarin dagirkerî û polîtîkayên komkujiyê yên dewleta Tirk rawestînin, jiyaneke azad, wekhev û hevpar ava bikin.

Em KCDK-E bi rihê berxwedanê yê Kobanê bang li gelê me, rewşenbîr, hunermend, dostên xwe, hêzên demokrasiyê û dilxwazên azadiyê dikin ku bi rihekî enternasyonal berxwedanê geş bikin û xwedî li Kurdistan, Rojava û Kobanê derkevin.''