KCÊE: Em xêr û xêrata rojî û cejnên îsal bişînin Şengalê

Koordînasyona Civaka Êzidxanê ya li Ewropayê (KCÊE) bi wesîleya dema rojî û cejnên Êzidiyan ên 1'ê Kanûnê dest pê dike daxuyaniyek da û bang li civaka Êzidî kir ku xêr û xêrata xwe ya îsal ji xelkê Şengalê re bişînin, xwedî li Şengalê derkevin.

Koordînasyona Civaka Êzîdxanê ya li Ewropayê bi wesîleyên rojî û cejnên Êzidiyan ên 1'ê Kanûnê dest pê bikin daxuyaniyek weşand û ji bo xêr û alîkariyê bang kir.

ROJÎ Û CEJNÊN ŞEŞIMS, XWEDAN Û ÊZÎ

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Civaka Êzidî li seranserê cîhanê dikeve pêvajoya rojî û cejnan. Rojî wê sibe roja 1'ê Kanûnê dest pê bikin û heya 17'ê wê bidomin.

Wê bi dorê rojî û cejnên Şeşims, Xwedan û Êzî bên girtin û pîrozkirin.

Sê hefteyan li pey hevdû rojê sêşem, çarşem û pençşemê wê rojî bên girtin û her roja Înê jî cejn bên pîrozkirin.

Rojî û cejn li gorî herêman bi awayekî cûrbecûr û li gorî rêûresmên Êzdayetiyê tên pîrozkirin."

'PIŞTGIRIYA BI HEV RE LI ME FERZ E'

Di daxuyaniyê de li ser wate û girîngiya cejn û rojiyan jî wiha hate gotin:

"Li gorî bawerî û felsefeya me ya jiyanê, piştgiriya civakê ya bi hevdû re û tifaqa wê, li ser me wek rojî û cejnan ferz e û dibe bicih were. Divê hemû Êzîdî li ser vî esasî bijîn û tevbigerin.

Lê belê hinek taybetmendiyên cuda yên pêvajoya rojî û cejnan hene. Yek ji wan jî dayîna xêr û xeratê miriyan, piştgirtin û alikariya civakî ye. Bi taybetî jî gihandina xêr-xêrat-, û alîkariya bi kesên ku pêwistiya wan pê heyî. Ev erk mîna rojî, cejn û duayan girîng û ferz e.

'ALÎKARIYA BI ŞENGALÊ Û ŞENGALIYÊN LI KAMPAN'

Ji ber vîrûsa koronayê wek ji me teva tê xwestin em nikarin nanê miriyên xwe, xêr-xeratên wan jî bidin, berpisyarî û hurmeta xwe ya li hemberî wan û ola xwe pêk bînin. Ev yek êş û xemginiya me hîn zêdetir dike. Lê belê ya me hîn xemgintir dike ew e ku, hînê bi sedhezaran Êzidiyên me di kampên mihaciran de ne û nikarin bi germahî rojiyên xwe bigrin, cejnên xwe pîroz bikin û xwe ji vê vîrûsa koronayê ku bûye bela serê mirovahiyê biparêzin. Rewşa civaka me ya li Şengalê jî, ne kêmî ya wan kesên me ku di binê konên laylonî de ne. Wek ku zor û zehmetiyên jiyanê, yên piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014’an di nav civaka me ya li Şengalê de ne bes bin, ew niha di bin metirsî û gefek din a fermanê de ne. Hêz û derdorên ku bûne sedema fermana 3'ê Tebaxa 2014'an îro carek din civaka me ya li Şengalê dorpêç kirine. Teslîmiyet, birçîbûn û bêrûmetiyê li ser wan ferz dikin û dixwazin siberoja wan tarî bikin."

'EGER SIBEROJA ŞENGALÊ TARÎ BIBE WÊ QEWMÊ TAWIZÎ MELEK JÎ TARÎ BIBE'

Têkildarî gef û metrisiya li ser Şengalê û bandora wê li tevahiya civaka Êzidî ev hişyarî hate dayin:

"Eger siberoja civaka me ya li Şengalê tarî bibe, ew bê teslîmgirtin û qirkirin, divê ku em baş bizanibin ku wê siberoja tevahiya Êzdîxanê û qawmê Tawisî Melek tarî bibe. Divê em pêşî li vê yekê bigrin û rê nedin ku ew bi birçîbûnê vê civak û baweriyê teslîm bigrin û bê rûmet bikin. Dibe ku em bi awayekî fîzikî nikaribin li kêleka wan bin û wan biparêzin, lê em dikarin bi dua û alikariya xwe li cem wan bin, dil û xaniyê wan germ bikin û bibin piştevanê wan.

BANGA JI BO XÊR Û XÊRATÊ

Ev yek hem wacibê me yê olî û hem jî yê mirovbûnê ye. Erk û berpirsyariye me ya Êzdayetiyê jî vê ji me dixwaze. Bi taybetî jî di pêvajoye rojî û cejnan de. Li cem civaka me di vê pêvajoyê de, derxistina nanê miriyan ji her tiştî giringtir û ferztir e. Divê ku em wek civak, nexweşiya koronayê ji bo xwedîderktina li hevdû, bicihanîna berpirsyariya xwe ya olî û civakî astengî nebînin. Berovajî wê, divê em vê yekê hîn zêdetir bikin sedem û egera xwedî derketina li hevdû.

Dibe ku em nikaribin dest bi dest xêr û xêratên xwe derxin û bidin, lê belê civakên kevnar û birêxistinkirî dibe ne bê çareserî bin. Divê em li ser hîmê kevnarî û reseniya ola xwe, wecibên xwe yên olî û civakî bi metodên li gora demê bicih bînin.

Li ser vî esasî em bang li tevahiya civaka xwe dikin, bi taybetî jî bang li civaka xwe ya li Ewropayê dikin ku xêr-xêrat-, û alîkariya xwe ya îsal li ser hesabê 

"Dachverband des Êzidischen Frauenrats e. V."

Kreissparkasse Bielefeld IBAN: DE73480501610001296540

bişînin da ku em jî bi lêz û bêz bigihînin Êzdîxana pîroz û kesên ku hewceyiya wan pê heye.

Em ji niha de cejnên wê yên Şeşims, Xwedana, Êzî û Batizmiyê pîroz dikin, ji Xwedê û Tawisî Melek hêvî dikin ku di demek zû de ev nexweşiya ku li serê mirovahiyê bûyî bele bi dawî bibe, Şengal bikeve nava aramî û azadiyê."

ROJÎ Û CEJNÊN MEHA KANÛNÊ

Di daxuyaniyê de li ser rojî û cejnên Êzidiyan ên meha Kanûnê dest pê dikin ev agahî hatin parvekirin:

ROJIYÊN ŞÊŞIMS
01.-03.12.2020
CEJNA ŞÊŞIMS
04.12.2020

ROJIYÊN XWEDANA
08.-10.12.2020
CEJNA XWEDANA
11.12.2020

ROJIYÊN ÊZÎ
15.-17.12.2020
CEJNA ÊZÎ
18.12.2020,